TOFAN a ken û girî
A. Gernas
Li dû hev du mînakên anakronizmê(1),
Epîlog û Tofan. Di herdu berheman da Hesenê Metê, du navdarên Kurd ango
Mîr Celadet Bedirxan û Ehmedê Xanî dike þêwirmendê êþ û jan, xewn û xeyal,
hêvî û daxwazên lehengên novelên xwe. Di Epîlogê da Darînê Daryo, gilî
û gazinên xwe ji Mîr Celadet Bedirxan ra ravedike, pîvanên nivîskarîyê
bi lêv dike, krîterên xwe yên derbarê nivîskarên derewîn da pêþkêþ dike,
paþdamayina civatê û berberîya navbera wan radixe pêþ çavan. Di Tofanê
da jî, ku mijara vê nivîsarê ye, lehengê xwe bi forma EZ dibe ser gora
Ehmedê Xanî da ku ji kul û merezê wî ra bersîvekê bibîne, da ku Ehmedê
Xanî kerametekê nîþan bide. Di edebiyatê da hilbijartina fantaziyan xeyalê,
mecala nivîsa hunerî û edebiyata bilind firehtir dike, hetta bêtixûb dike
da ku nivîskar karibe hunerê pênivîsa xwe bi her alî da bikiþîne. Hesenê
Metê jî, di Epîlog û Tofanê da ev þêwe hilbijartiye û bi rêberiya xeyalan
hin birînên civakî der dike. Meriv pê dihise ku ji bo Hesenê Metê, di destê
pêþî da edebiyatek hunerî tê. Bûyer an bûyerên civakî dikeve rêza duyemîn.
Ji ber ku dema bûyerek civakî bike bingeh û bala xwe bi temamî bide ser
plankirin û pêþkêkirina wê bûyerê, wê çarçeve teng bike, mecala peyv û
hevokên hunerî, mecala gihandina ruhekî estetîk bide tixûbkirin. Lewma
jî Hesenê Metê anakronîzmekê hildibjêre û bi xeyala mûcîzeyek an kerametekî
lehengê xwe dibe ser gora Ehmedê Xanî û mebesta lehengê novelê îþaret dike:
Ev þer bi çiqasî berfireh dibe û kengî vedimire, ez nizanim. Lê di dawiya
dawîn de digêhîjim baweriyekê û xwe bi xwe dibêjim: Ez ê ku ne ewlîya,
ne jî þêt û þeydayekî cemala Xwedê me, de îcar ev çi ger û çi tevger e
ez ketimê. Ma min çi jê ye kî bi kîjan av û kîjan þerbetê sermest dibe!
Kî ji bo kê dikuje û tê kutinê, min çi jê ye! Na, bi min neketiye ku kî
ji bo kê derewan dike û pê mezin dibe... Xwedê hinek ji axê, hinek jî ji
rêxê çêkirine, ewqas!... Ev karê Wî ye û min got bi min neketiye. Ez dîsa
dibêjim, bi min neketiye ku Xwedê bi kîjan mûc û bi kîjan çaqûyê bi radorî
dunyayê ketiye û ew gilover kiriye! Bi vî awayî Hesenê Metê êþeke civakî
ya dema îroyin a dilê lehengê xwe ravedike û tilîya xwe datîne ser birîna
wî. A bi wî ruhê guvaþtî û serêþê ji cenabê E.Xanî mûcîzeyekê, kerametekê
dipê. Ez nizanim çima, lê di wê gavê de mal û milkê dunyayê ji daxwazên
min dûr e, kamiliya axiret û îmanê nayê bîra min. Dengekî nizim ji min
derdikeve û Xwedê dizane ez bi xwe jî dibihîsim: Kerametekî xwe, ya ezîz,
kerametekî xwe, dibêje û bi van peyvikên wî re dibîne ku, bi qudreteke
îlahî ew gora ezîz tev kêla xwe, di nava wê bêndera nûranî de li hev digere,
li hev tê badanê, ber bi jor bilind dibe, dibe fîgurekî nîvmêr û nîvyezdanî
û li pêþ min li ser lingan radiweste... çawa bibêjim dibe mîna peykerekî
Xwedayên demên kevin ku tu di agir de bikolî. Heta ku kerametê Ehmedê Xanî
kiþf dibe û Bekoyê Ewan ji qebrê radibe, Hesenê Metê bi zimanekî edebî
yê bilind tofanê digihîne zîrveyê. Tofanê digihîne zîrveyê û Bekoyê Ewan
ji qebrê radike da ku wî berde dinyayê û Bekoyên serdema îroyin pê bide
nasîn. Lê berî ku derê der, divê îspat bike ku ew bi navê xwe yê Beko ji
Cizîra Botan e. Ji devê sofî Temir dibihîze ku navê Beko li aqarê Cizîra
Botan navekî naletkirî ye, kes wî navî bi kar nayne. Tevî ku sofî navê
Beko wek navekî naletkirî nîþan dide jî, çaxa pê dihise ku bi rastî ev
zatê xerîb, ango Bekoyê Ewan, binecîhê Cizîra Botan e û ew Bekoyê ku di
navbera Mem û Zînê da bûye dirrî ye, li berê secde dibe û hurmeteke pêxemberane
nîþan dide. Hesenê Metê bi vî awayî pîrozîya Bekoyê Ewan, torenasîyê derdixe
pêþ. Piþtre, di dawiya novelê da serboriya Beko ya dema îroyîn ji devê
wî, li ser gora Ehmedê Xanî tê ragihandin û bi vî awayî pîrozîya wî tê
mor kirin: Naxwazim pesinê xwe bidim lê min got bihêle ez bi destûra te
bibêjim; ma ji bilî huner û marîfeta min destê kê lê digere ku têkeve navbera
evîndarên mîna Mem û Zînê, kî dikare welê bike û ew jî rabin ne ji bo evîna
kesekî din... lê ji bo evîna nefsa xwe jahrê bixwin û xwe bikujin? Kîjan
qudret û kîjan huner dikare evînê li wan tîr bike, serên wan mest û ruhên
wan paqij bike ku rabin ji dilekî pak bi devê xwe evîna xwe ji mîr re vekin?
Ji bilî hunerê min kî dikare cesareteke welê bide wan ku mirina xwe bidin
ber çavên xwe û bibêjin em ji hev hez dikin? Ka ji bilî min kî dikare xeyalê
li hunermendan biazirîne... Kî dikare xeyalê li þaîrekî mîna cenabê te
sor bike û derxîne daraxeke asê, ya arif, û asêwarîyeke welê ku feylesof
jî nikarin îzah bikin! Û belbî jî ji ber vê huner û vê marîfeta min Bekoyê
Ewan bûye ku hatenî nuha jî þiveke hezîranî di destê min de û ez li ber
deriyê buhuþtê me, ya arif. Lê ev gelacên îro, heþa ji cenabê te dibêjin
meriv wan nakin ber keran. Xêr û guneh li hustuyên wan, lê dibêjin ev gelacên
ku îro navê min di devê xwe de dikine benîþt, li ba wan evîn tuneye, hezkirin
tuneye, dev ji hezkirina yar û cîranê berde, dibêjin li ba wan meriv nikare
ji dê û bavê xwe jî hez bike, dibêjin li gor wan ev tiþtên welê memnû-ul
emel in. Bêguman ji devê Beko temamiya serborîya wî, digel danberhev û
krîterên wî tên pêþkêþ kirin. Lê wek ku me di serî da got, mebesta vejinandina
Beko ji bo raçavkirina dema îroyîn e. Lehengên bûyera civakî ya îroyîn
jî, Cîhangîr û murîdên terîqeta wî ne. Cîhangîrê ku xwe dike kirasê pêxemberîyê,
eref û namûsa xelkê tayîn dike. Pêxemberê ku heqê jîyanê ji muxalifên xwe
ra nahêle; heqê hezkirinê qedexe dike; heqê welatperweriyê dixe bin tapoya
xwe... Dema ku nivîskar Bekoyê Ewan ji mezel dide rakirin û berê wî dide
der, wî tenê li Cizîra Botan digerîne û li çayxaneyekê dide rûnitandin.
Temamîya bûyera bingehîn, di vê çayxanê da tê guhdarîkirin û ji devê Delyan
tê pêþkêþ kirin. Wisa xuyaye ku nivîskar hemû cûre tîpên civakî di vê çayxanê
da civandiye da ku bi carekê û bi þêweyeke kurtebirî bûyerê pêþkêþ bike.
Ew rîya kurtebirr a ku Hesenê Metê hilbijartiye, tercîhek e lewma jî gotineke
min derbarê tercîha wî da nîne, lê ez di hûnandina mijar an bûyerek ewqas
girîng da kêmanîyek berbiçav dibînim. Berî her tiþtî gelek alî û bêaliyên
vê bûyerê hene. Divîyabû ku Hesenê Metê Bekoyê Ewan li Kurdistanê bigeranda
û ew pêrgî gelek grûp û tebeqeyên civatê bikira. Bi Cîhangîr û endamên
terîqetê ra bixista danûstendinekê. Bi dijberên Cihangîr ra rûbirû bikira.
Sembolîk be jî, bi hemû alîyan ra bida û bistenda ku karibûya dîmenekî
baþtir pêþkêþî Ehmedê Xanî bikira. Li alî din sedemên dijberîya Delyan,
ku Hesenê Mete wek mînaka dijberîya Cîhangîr û murîdên wî hilbijartiye,
li ser bingehek qels hatiye danîn. Dema ku murîdên Cîhangîr hatine û bêþ
avêtine ser bavê Delyan, ew biçûk bûye. Ji ber feqîriyê, bavê Delyan nikaribûye
bêþa (perê) ku jê hatiye xwestin bide, lewma jî rojekê çekdarên Cîhangîr
avêtine ser mala wî û temamîya malbatê kuþtine. Ji malbatê bi tenê Delyan
filitiye. Ev rew li ba Delyan bûye sedemê kîn û nefretê, bûye sedemê dijberîyê
li hember Cîhangîr û piþtgirên wî. Bêguman kuþtina temamîya malbatê sedemeke
gelek dramatîk a xurt e, lê bi tenê kuþtina malbatê, ji bo aþkerakirina
dek û dolav û gelacîyên siyasî yên li ser serê Kurdan tên gerandin qels
dimîne, meselê dixe kirasekî teng û þexsî. Eger mebesta Hesenê Metê ne
ev be jî, mixabin wêneya Delyan a ku dertê pêþ çavên xwendevanan ev e.
Pirsek din jî, eger meriv Bekoyê Ewan wek sembola gelacîya serdema xwe
bipejirîne û bixwaze wî rûbirûyê gelacên îroyîn bike, divîyabû ku Hesenê
Metê Bekoyê Ewan bigihanda gelacên cûrbicûr û xusûsîyetên wan pê bida nasîn
da ku Bekoyê Ewan karibûya ferqîya navbera xwe û gelacên îroyîn zelal bikira
û wêneyekî exlaqî derxista pêþ. Piþtî þirovekirin û hin krîteran, dixwazim
balê bikþînim ser çend pîvanên sereke yên novelê. Zimanê novelê: Bi rengekî
satîrî zimanekî edebî yê bilind û herikî ku meriv bê navbir dixwîne. Naverok:
Mijareke girîng a civakî û rojane ye. Senaryo: Serketî. Hemû navgînên ku
di bûyerê da rol girtine, tekûz hatine bi cîh kirin. Kontrol: Nivîskar
li ser bûyer û lehengên novelê xwedî kontroleke xurt e. Eger hûn dixwazin
ji nêz va Cîhangîr û murîdên wî nas bikin, þahidê keramet û xusûsîyetên
wan bibin; eger hûn dixwazin ken û girî bi hev ra bijîn, tahlî û tûjîya
rastîyê tam bikin, divê hûn Tofanê bixwînin.
Têbinî:
(1) Di pirsa zeman an demê da xafilbûn
e. Wek meriv bixwaze bûyerek an þexsiyetek di dewr û zemanek din da bi
cîh bike.Wek mînak, meriv E. Xanî û Bekoyê Ewan bîne hember hev û di navbera
wan da monologek çê bike yan wek Hesenê Metê Darînê Daryo bi Mîr Celadet
Bedirxan ra bide axaftinê. Wek ku Hesenê Metê bêje, cenabê Ehmedê Xanî
û Mîr Celadet Bedirxan di serdemekê da jîyane û divê ew îro, di vê serdemê
da bijîyana. Anakronîzm bi gelek awayan tê kirin. Nivîskar bixwaze, kare
Barzanî ji qebrê rake û bi telefonê bi Celal Talabanî ra bide axaftin.
Nivîskar pirî caran anakronîzmê ji ber his û hizrên jîyandina hin þexsiyet
û bûyerên dîrokî dikin.
|