Memetçîkos Medyatîkos Ajanîkos
Ferhad Can
Di van rojên dawî da heval û xwendevan
gelek aciz in. Li gotin û nivîsên sîyasî û rojnamevanên Tirkan dinêrin
û diqehirin, dibêjin: "Gelo vana çi cins mirov in? Him ji me ra dibêjin
bira, him jî heya naxwazin em zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin. Dibêjin
radyo û têlevîzyona Kurdî û mektebên Kurdî tucar nabe!" Xwendevanên me
carina xwe nagrin, didine xeberan. Bila bêjin, xeber û çîr dilê merivan
rehet dikin! Þairê Tirk Metîn Eloxlî di vî warî da usa dibêje:
"Çêr dil rehet dike
Ferzbike çêr memnû ye
Dema axa ji xulamê xwe
Gundî ji kera xwe
Biqehire wê çi bike?.."
Xwendevanên me ji helwesta gelek
rojnamevanên Tirk diqehirin û dibêjin: "Gelo vana rewþenbîrên çawa nin?
Ji sed hezar Tirkê Qibrisê ra dewleteke cuda dixwazin, ji dused hezar Tirkmenê
Iraqê ra federasyon dixwazin, ji çend hezar Tirkê Kosowo ra mekteban, radyo
û têlevîzyonê dixwazin, lê ji bo 40 mîlyon Kurd tu heq û azadî nas nakin.
Ji bo 20 mîlyon Kurdê Bakûr heqê radyo û têlevîzyonê û mektebên Kurdî jî
qebûl nakin. Gelo vana çi cins in?.." Xwendevanên delal, Ez jî wek we me.
Dema guhdarîya wan kesan dikim, wan dixwînim gelek diqehirim û ez jî xwe
nagrim, gelek caran didime xeberan. Carna jî difikirim em þaþ in, em bîlesewe
diqehirin. Vana ne rojnamevan in, ne jî rewþenbîr. Kesê rewþenbîr, serê
xwe rewþen e ango ronak e, ji xelkê ra rastîyê dibêje, dijî zulm û neheqîyê
derdikeve. Rojnamevanî kar û mijûlîyeke usa ye ku bûyeran gor rastîyê li
pêþ çavê xelkê radixe. Lê li vî welatî ne usa ye. Helbet li vî welatî jî
mirovên rewþenbîr, rojnamevanên baþ hene; lê him kêm in, him jî rê nadine
wan, hezar belayî tînin serê wan. Meydan ji xiraban ra dimîne. Ew kesê
han ku merivan diqehirînin, dîn dikin, serê wan qirêj e û ji dev û qelema
wan derew dibare. Ew kesên kirêkirî ne, pere digrin û derewên dewletê belav
dikin. Ew haletê zulmê ne. Gelekê wan ajanê MÎT'ê ne. Mehkî du meh berê
eþkere bû ku di medyaya Tirkan da ji 20 zêdetir ajanên MÎT'ê hene. Lê þik
tune, hejmar ji vê gelek zêdetir e. Navekî wan "rojnamevanê memetçîk" e.
Navekî wan "rojnamevanê MÎT'çî" ye. Navê wanê îlmî "memetçîkos medyatîkos
ajanîkos" e. Ew rastîyê nabêjin, propagandeya dewleta xwe ya zordest dikin.
Ew berdevikê zaliman, wekîlê neheqan in. Ew mirovên bêþeref in, di wan
da vîcdan tune. Karê kûçikan çi ye, karê wan jî ew e. Bi gotinên wan ne
qehirin û bîlesewe xwe neêþînin. Ew ne rojnamevan in, ne jî rewþenbîr in.
Ew ev cins in:
Memetçîkos medyatîkos ajanîkos...
|