Kurds.dk>
Kurdi
Komkar
Maqale
Nûçe
Regahandina çapamenî
Pêkenok
Çand
Lêkolîn
Weþan
Çalekî
Arþiv
Link

Kurds.dk 
Kontakt

Lêgerîn
Site search
Web search
powered by FreeFind

 

| Dansk | English | Deutsch | Français | Kurdî | Türkçe | Farisî | Erebî |

Kurds.dk > kurdi

MEÞ Û MÎTÎNG
29/9-2001- Köln

Em netewe ne, gotin û daxwazên me jî hene!

Gelî welatparêz, pêþverû û demokratên Kurd!
Di mehên Îlon û Cotmehê da, goftugo di nava Yekitîya Ewropa (YE) û Tirkîyê da wê destpêbike û YE, wê bîr û hizra xwe li ser „Pelgên Netewî“, ku ji alîyê Tirkîyê ve hatiye pêþkeþ kirin, dîyar bike.

Eþkere ye, ku hikumeta Tirkîyê bona cî be cî kirina „Pîvanên Kopenhagê“, ku bona endametîya wî ji alîyê YE ve, wekî mercên endametîyê hatibûn danîn, tu gav neavêtîye û di „Pelgê Netewî“ da tu qewlek di vî warê da nedaye.

Devleta Tirk bi hemû hêza xwe ve bona sergerm kirina YE û hedimandina „Pîvanên Kopenhagê“ hewl dide. Zagonên, ku pê van perwerde û weþanê bi zimane zikmakî hatine qedexe kirin, ne hatine guhartin û di vî warî da tu hewl û cehd jî dîyar nîne.

Dewleta Tirk, di du salên borî da, di hêla azadîya bîr û bawer û rêxistinî da tu gav neavetîye. Zagonên, ku pê van bîr û bawer têne qedexe kirin û pêþîya azadîya damezrandina rêxistinê digrin, her li cîyê xwe ne. Projeya guhartina Qanuna Esasî, ku niha di rojeva parlamentoyê da, pînekirina Qanûna Esasî ya generalên Tirk e.

Bi kurtî îro jî bîr û bawer tawan e; li ser pirsa Kurdî niqaþ çênabe, partîyên sîyasî bona çareser kirina pirsa kurdî nikarin proje pêþkeþ bikin, yên ku behsa pirsa Kurdî dikin tên girtinê.

Kurdno û dostên wan!
Hukumeta Tirk, wekî berê vê carê jî, wê bona sergerm kirina bîrûrayê giþtî hewl bide û bicedine, ku pinekirinê wekî guhartinek niþan bide. Ger em temaþevanê vê þanoyê bin û dengê xwe bilind nekin, Yekîtîye Ewropayê a nermok wê mermoktir bibe. Ku usa ye werin di mîtîngê, ku di 29‘e Îlonê da, li bajarê Kolnê çêdibe, bi hevra biqîrîn û bêjin „Kurd neteweyek e ne hindikahî û mafê Kurdan jî heye li welatê xwe da bi azadi bijî û qedera xwe bi xwe dîyar bike.“ 
Werin di 29‘e Îlonê da îlan bikin û bêjin, ku „em li ber zulm û zordarîyê serê xwe neçeminin û heya bi destxistina mafên xwe, emê xebatê xwe bidomînin“; bangê Rêxistina Yekîtîya Milletan, Konseya Ewropa, YE û rêxistin û sazîyên din yên navnetewî bikin, ku dijî kiryar û zulma dewletê bêdeng nebin.
Werin em hemû bi hevra ji YE bixwazin, ku, heya dewleta Tirk bona çareserkirina pirsa Kurdî bernameyeke zelal amade neke, bila derîyê xwe jê ra veneke û nehele, ku dewleta Tirk Pîvanên Kopenhagê bihedimine.
Werin em bi hevra bêjin, ku „heya qedera Kurd di destê Kurd da nebe, Kurd negijê mafên xwe yên netewî û demokratîk, pirsa Kurdî çareser nabe“ û bixwazin, ku:
- Qanuna Esasî ya generalan divê ji ortê rabe û yê nu were amade kiri û tê da nasnameya Kurdî jî were nasîn;
- Hemu qanunên, ku peþîya azadîya bîr û hizr û damezrandina rêxistinê digrin, divê bêne rakirin û hemû mafên demokratîk wê bêne nasîn;
- Divê partîyên Kurd bi serbestî bêne damezrandin û xebat bikin;
- Hemû sazîyên, ku bermayîya rejîma faþîst a 12 Îlonê ne, divê bêne ji hev belav kirinê;
- Sazîyên wekî Jîtem, Kontrgerîla û wekî wan, ku bin qontrola dewletê bi hezaran meriv kuþtine, divê bêne ji hev belav kirinê;
- Gundîyên, ku di heyamê þer da bi zorê, ji warê xwe hatibûne derxistin û gund û warê wan hatibû þewitandin, vegerine gundên xwe û zirarê wan bêne tazmîn kirinê;
- Zordarîya li ser ziman û çanda Kurdî divê bêne rakirin, weþana Kurdi di radyo û televîzyonê da divê azad be, sîstemeke perwerdeyî a demokratîk were damezrandin,
- Hûkmê dardakirinê, zilm û zordarî li ser girtîyan bêne rakirin;
- Orfî îdare û Rewþa Awerte bêne rakirin, sîsteme çahþîtî were ji hev belavkirinê.

Amade: KOMKAR
Alîkar: PNK-Bakur û Civata Kurd - Însîyatîfa Kurdên Danîmarqa - PDK-Îran Komîteya Almanya

© KURDS, 2000  |  e-mail/e-posta
KOMKAR, den kurdiske forening i DK.
Nansensgade 30, 1. th, 1366 København K - Danmark
telefon & fax  +45 33 13 75 01
»NÛJENKÝRÝNA DAVÎ
 20/09-2001 
» Nûçe Û maqale yê aktuel
 »