DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Xebata ji bo avakirina însiyatîfên
kurdên li Ewrupayê encam da û komîteyên însiyatîfên heft (7) welatan (
Swêd, Danimarka, Elmanya, Ingiltere, Fransa û Swisre) di 5ê meha 5an ya
2001ê de li Elmanya li bajarê Bottropê hatin ba hev û Komîteya Koordînasyona
Kurdên li Ewrupayê- KKKE avakirin. Berpirsên komîteyên welatan sererast
bûne endamên KKKEyê.
PNK-Bakur (Platforma Neteweyî ya
Hêzên Bakurê Kurdistanê) be?darî civîna li Bottropê bû û pi?tgiriya avakirina
KKKEyê kir. Komîteyên însiyatîfên kurdên li Ewrupayê û PNK-Bakur biryar
dan ku li Ewrupa, temsîliya Neteweyî ya kurdan pêk bîne. Ji bo vê temsîliyê,
be?dariya sê be?ên civata kurd pêwîst hate dîtin. Her weha du be?ên civata
kurd, temsîliya hêzên siyasî û temsîliya însiyatîfên kurdên li Ewrupayê
di civînê de amade bûn. Divê; ev her du be?ên civatê, ji bo pêkanîna be?ê
civata kurd ya sisiyan, Temsîliya dezgehên demokratîk û neteweyî, bixebitin.
Civînê bangî hemû hêz, rêxistinên siyasî, dezgeh-sazî û kesên welatperwer
kir ku Kurd, di vê dema pêwîstîya neteweyî pê heye de alîkarî, tevkarî
û pi?tgiriya hev bikin.
Li dor 40 milyon nufûsa xwe û zêdeyî
500 000 km2 xaka xwe, Miletê Kurd di sedsala 21ê de, ji hemû mafên xwe
yên neteweyî, demokratîk û însanî bêpar di nav çar welatên dagirker
de belavbûyî, di teko?îna bidestxistina mafên xwe de ye. Miletê kurd û
tevgera wî ya neteweyî û demokratîk di qonaxeke dijwar re derbas dibe.
Dagirkerên Kurdistanê, bi armanca têkbirina bidestxistinên gelê Kurd û
?olîkirina mafên wî yên neteweyî, êdî bi e?kereyî destên xwe dixin nav
kar û rew?a her aliyên Kurdistanê.
Bidestketina li Ba?ûr, hêjayî û serbilindiya
gelê kurd e. Dijminên der û dor, bi hemû hêzên xwe ji bo têkbirina vê bidestxistinê
kar dikin. Dijminên miletê Kurd îro ji her demê bêtir bi dezgehên xwe yên
le?kerî, siyasî, huqûqî û aletên ragihandinê, bêperwa êrî?î hêjayiyên Miletê
Kurd dikin.
Dema ku di rojeva qada navneteweyî
de, pirsa kurd bi cih dibe, mixabin kurd bê desthilat û di warê siyasî
de ne amade ne. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka neteweyî ya Miletê Kurd, bêyî
desthilatdariya siyasî, yekalî tê bazarkirin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her
demê bêtir bi yekîtiya siyasî û neteweyî heye. Ji bo çareserkirina pirsên
vê pêvajoyê, pêwîstî bi tevkariya hêzên siyasî, dezgehên demokratîk-neteweyî,
bi ronakbîr û welatperwerên kurd heye. Tevkariya van her sê aliyên civata
kurd, di qada navneteweyî de dikare temsiliya kurdan bike. Her gavavêtinek
demokratîk û neteweyî, bi tevkariya van aliyên civatê, dê bi hêztir bibe.
Bi berendametî -ger bigihê encama
xwe- bi endametiya Dewleta Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupayê, Bakurê Kurdistanê
bi Tirkiyeyê re dibe “ewrupayî”. Bêyî parastina mafên kurdan û naskirina
statuya Kurdistanê, endametiya Tirkiyeyê yekbûna Kurdistanê diguhere. Hemû
be?ên civata kurd divê bi helwestên xwe li ser vê pirsê rawestin da ku
Yekîtiya Ewrupayê bêyî çareserkirina pirsa Kurd û statuya Kurdistanê, Tirkiyeyê
negire nav xwe. DewletaTirkiyeyê ba? dizane ku pirsa kurd û Kurdistanê
serdestî hemû pirs û pirsgirêkên Dewleta Tirkiyeyê yên hundur û derve ne.
Divê Yekîtiya Ewrupayê jî ba? bizanibe heta ku pirsa kurd û statuya Kurdistanê
nav lê nebe û neyê çareserkirin tu demokrasî li Turkiyeyê bi cih nabe.
K K K E
(IKD- Însiyatifa Kurdên li Danimarkayê
Însiyatîfa Kurdên li Elmanya
Însiyatîfa Kurdên li Fransa
Însiyatîfa Kurdên li Hollanda
Însiyatîfa Kurdên li Ingiltere
Însiyatîfa Kurdên li Swisre
IKS- Însiyatifa kurdên li Swêdê)
|