| Xeber-Þirove
Sibat, 2001.
Li Parlamena
Tirk çima þer derdikeve?
Çend roj berê di parlamena Tirkîyê da
dîsa þer derket û mebûsek bi navê Þihanlioxlî, xelkê Ruhayê, piþtî kulm
û pîhnên ku lêketin dilê wî sekinî û mir.
Þihanlioxlî ji partîya DYP û serokê
eþîreke Kurd bû û yê ku lêdan jî mebûsên Partîya MHP’ê bûn. Xuya ye xû
û ehlaqê MHP’yîyan ne guharîye. Ew ji cisnê gur hatine û gur jî bi hêsanî
kedî nabe..
Tiþtê ku Serokwezîr Ecevît di derheqa
vê þer û pevçûnê da got jî gelek balkêþ bû. Eco dibêje: “Salona teze ji
bo þer gelek misaîd e!” Ango gor wî gunekarî ne yê mebûsan e, lê yê salonê
ye..
Lê belê, dema mebûs þer bikin rebenê
salonê çi bike! Herkes jî zane ku li herderê vî welatî þer û pevçûn e.
Li kûçe û kolanan, li zanîngehan, li meydanên sporê, li dadgexanan, heya
li mizgeftan… Ev millet ji xwe ta ji berê da ji þer û berberîyê gelek hez
dike. Xûyê dewleta Tirk e, dil dike hemû pirsên xwe bi darê zorê çareser
bike û di van 30-40 salên dawî da çoyê zorê ewqas bi kar anî ku þerrûdî
li welat gelek xurt bû, bû kar û jîyana rojane. Di welatekî han da “wekîlên
millet” jî bê þer nasekinin. Çi ferqê wan ji vê civata þerxwaz heye?
Lê ji gotinên Eco jî balkêþtir, gotinên
hin mebûsan e. Gor wan, sedemê þer kursîyên sor in ku ew li ser rûdinin,
ev kursî wan sergerm dikin, dibin sedemê êrîþê!..
We dît?.. Me digot ev mirov ji cisnê
gur hatine, lê xuya ye hinek ji wan ji cisnê boxe ne!..
Serokwezîr Eco her usa jî dibêje:
"Salên berê adet bû, mebûs bi sîlehên xwe dihatin salonê. Midetekî vir
da me digot herhal êdî nayên. Lê xuya ye ev adet ne guharîye. Hevalên min
jî, bo ku tiþtek neyê serê min, ketibûne derdê parastina min…”
De keremkin! Ecoyê ku êdî nikare
li ser pîyan bisekine, ketîye derdê canê xwe.. Hevalên wî jî.. Gelo can
li Eco maye ku, xelk êrîþî wî bike?..
Belê, xwendevanên delal, li parlamena
Tirkîyê (ger meriv bikare bêje parlamen!) rewþ usa ye. Hinek ji sebebê
þer û pevçûnên wan ev in… Li vê “meclîsa mezin” û him jî “bilind” kar bi
vî awayî dimeþin… Raya we çi ye? Sedemê þerên Parlamena Tirkîyê ji genên
wan ên guritîyê ye, yan rengê sor yê kursîyên ji postê ceylanê ye, yan
jî qisûrên salonê yên
avadanîyê ye?.. Raya xwe ji me ra
binivîsin. Dibe ku hûn sebebên hîn makultir, yan jî ecêbtir nîþandin…
Rengên ku boxeyên
me dîn dikin..
Rengê ku boxeyên li "meclîsa mezin û
bilind" dîn dike ne tenê sor e, divê meriv heqê kesk û zer jî nexwe. Lê
dema ev hersê reng bi hevra bin, hingê tu bibîn çi qiyamet radibe!.
Ji ber ku ev hersê reng (kesk û sor
û zer) rengên ala Kurdî ne. Ev al hîn li tu derê dinyayê bi þiklekî resmî
naheje. Lê bila be! Dîsa jî ew dikare þovîn û kevneperestên Tirk dîn bike.
Ji ber ku ev reng di nav Kurdan da jîndar in, xelk wan bi kar tîne, ew
êdî bûne nîþana berxwedanê û azadîyê.
Di salên borî da jî ev reng bûn sedemê
gelek pirs û serêþîyan. Bi taybetî di dema Newrozê da polêz û cendirmeyên
Tirk bi dû van rengan diket, tiþtên ecêb dikir, da ku welat û millet ji
þerê wan biparêze. Çend sal berê ecêb anîne serê Leyla Zana, ku bendek
ji van rengan li porê xwe girêdabû. Heya acizîya wan ji van rengan giha
wê derecê ku li Dîyarbekrê rengên lampên trafîkê guhartin!
Bi rastî jî gelo, ev rengên trafîkê
–kesk û sor û zer- kîngê û kê danîye? Nebe ku ew dijminekî Tirkan be?..
Divê meriv bipirse, lê bikole…
Tê bîra we, carekê jî li dema seredana
wezîrê derva yê welatekî Efrîka, ger þaþ nebim yê Etopya, skandaleke han
çêbûbû. Polêzê Enqerê ala ser otoya wezîr daxistibû, ji ber ku kesk û sor
û zer bû! Gotibûn ev ala PKK’ê ye! Xuya ye rengê ala wan jî wek ya Kurdan
bûye.. Ma polêzê Tirk ji ku bizane?.
Di rûbarî van rengan da li Tirkîyê
gelek kes bi cinan ketine. Çend roj berê bûyereke teze qewimî, ev reng
dîsa bûn sedemê skandalekî mezin.
Di destpêka meha Sibatê da heyeteke
ji Parlamena Elman hatibû Tirkîyê. Heyet kîngê li parlamena Tirkîyê bi
heyeta Tirk ra rûniþt, gulîyê jineke Elman ku bi kesk û sor û zer hatibû
hunandin, serokê heyeta Tirk, Hasan Gulay aciz kir. (Herhal hinekan di
vî warî da bala wî kiþandibûn..) Gulay endamekî partîya Ecevît, ango ji
DSP’ê bû. Wî jî wek serokê xwe qeremanî kir û got: “Ev bendê ku we bi porê
xwe va girêdaye, rengên PKK’ê ne û me di þerê dijî terora PKK da 30 hezar
qurban daye. Em van rengan di bin banê Parlamena Tirk da qebûl nakin, divê
hûn wê derînin!.”
Navê jinika parlamenter Angelîka
Beer bû. Angelîkê got: "Tu eleqê min bi PKK û terorê tune. Lê ev bend yadîgarê
naseke min e ku li Kurdistana Baþûr jîyana xwe winda kirîye.
Ez wê heft sal e ku li porê xwe
girê didim, ev karê min e û kesekî din eleqeder nake…”
Lê Hasan Gulay bi van gotinan nerm
nebû. Angelîkê jî bend dernexist. Hingê Gulay got: "Ev civîn çênabe!" Bi
vî awayî heyeta Elman rabû. Wê êvarê herdu alîyan divîya bû bi hevra xwarinekê
bxwin, lê ew jî ma…
We dît, ev rengên hanê þovîn û zordestên
Tirk dikin çi halî, çawa wan rezîl û kepaze dikin. Di rûbarî qira Ermenîyan
da bi Fransê ra, di rûbarî pirsa Kurd da bi Elmanyê ra pêvendîyên xwe xirab
dikin. Roj tune ku Tirk þerê yekî nekin. Tim di tirsê da, di þikê da ne.
Gelo, ew çima ji van rengan ra dibêjin
"ala PKK"?. Sebebê vê bo hinekan ji kerî, bo hinekan ji rovîtî ye. Ala
PKK’ê sor e û piçek jî –li dor stêrê- zer e. Di ala PKK’ê da kesk tune.
Ev hersê reng -kesk û sor û zer- yên ala Kurdî ne. Heya hevalbendên PKK’ê
bi xwe, ji ber ku ji xwe pêve tiþtekî nas nakin, û dîrokê bi xwe didin
destpêkirin, heya siddetekî berê wan jî bo vê alê digotin "ala KOMKAR"…
Ji bo berpirsîyarên dewleta Tirk
ji xwe pirsa Kurd tune, pirsa PKK heye, ala Kurd tune, ala PKK heye… Wan
bi van derewan bi salan xwe xapandin û xwestin xelkê jî bixapînin. Bila
usa be, dibe ku ew xêra van derewan bibînin..
Lê tiþtekî din heye, xetereke gelek
mezin, ji bo wan.. Me got bi xêra xwe bînin bîra wan.. Gelo ew Galatasaray,
taxima wan ê bi nav û deng ku rengê xwe sor û zer e, dema derdikeve meydana
çîmanî çi dibe? Kesk û sor û zer!..
Gelo hayê wan ji vî tiþtî tune? Gelo
polêz û cendirmên vî welatî, ev Hesen Gulay, ev þêr û þabanên xilaskar
di xewê da ne?!.
Ji bo kesên famkor..
Sê rojnamevanên Tirk, Emîn Çolajan,
Yavuz Donat û Mistefa Balbay, di têlevîzyona NTV da, di bernameya “Li Piþt
Derîyên Girtî” rûniþtine û li ser pirsên rojane suhbetê dikin. Hersê jî
eynî tiþtî dibêjin, bi gotinên xwe dilê xwe sardikin. Hersê jî welatên
Ewrûpa gunekar dikin. Dibêjin Ewrûpa dixwaze Tirkîyê parçe bike. Çolajan
di vî warî da serî dikiþîne. Behsa rojnama Ozgur Polîtîka û beyaneke Apo
dike. Apo di vê beyanê da gotîye:
“Ger leþkerê Tirk di ser me da bê,
heqê me ye ku ber xwe bidin. Ger li Baþûr þer derkeve, ewê derbazî Tirkîyê
be..."
Çolajan dibêje: "Çawa dibe ku Elmanya,
him dibêje ez dostê Tirkîyê me û him jî rê dide rojnameyeke han ku li Elmanya
bi serbestî derkeve?."
Gelo hayê Çolajan ji azadîya çapemenî
tune? Ew ji Tirkîyê pêve dinyê nasnake, nizane ku li welatên medenî sînorên
azadîya çapemenî çiqas fireh in?.. Çawa nizane, ji min û te baþtir dizane.
Lê Çolajan li nezanînê tê, rastîyê çepeçûlkî dike. Amanca wî xelkê bixapîne,
dijî Yekitîya Ewrûpa derxe.
Lê Çolajan çima napirse û nabêje,
ev beyana Apo çawa usa ji Ýmralîyê derdikeve û bi serbestî belav dibe?
Apo li cizîra Ýmralî di destê Tirkan da girtîye, ger ew nexwazin û rê nedin
heya çivîkek jî nikare li wir bihêwire û bifire…
Mesaja Apo bi rastî jî gelek balkêþ
e. Ew ji rêxistina xwe ra dibêje: “Ger leþkerê Tirk di ser we da hat, heqê
we ye ku þer bikin. Ger li Baþûr þer çêbû, þer derbazî Tirkîyê bikin…”
Ocalan roja ku ketîye destê dewleta
Tirk vir da, tu car behsa þer ne kir, tim got me êdî dev ji þerê çekdarî
berda, em þerê Tirkîyê nakin, emê karê xwe bi rê-olaxên sîyasî bi rêva
bibin. Heya hertiþtê Tirkan –dewleta unîter, kemalîzm û hwd- qebûl kir.
Gelo nuha çi bû ku Ocalan usa dibêje?.
Em bêjin wî got, çawa dewleta Tirk
îznê dide ku ev mesaj belav be û bigihê hevalên wî? Çolajan jî helbet li
ser vê ecêbê difikire û dibêje. “Ez ji karê rêvebirên Ýmralîyê tiþtekî
fêm nakim!..”
Çima fêm nakî heyran, divê tu baþ
fêm bikî! Tu dev ji rojnameya ku li Elmanyê derdikeve berde, tu vê yekê
fêm bike! Ev yek bi destûr û daxwaza Ýmralîyê û Enqerê dibe. Serda jî,
ew mesaj di mitbaxa fermandarîya eskerî da çêdibin.. Axaftinên ku Ocalan
bi awûqatên xwe ra bike, berî hevdîtina wan tê amadekirin. Ocalan wan ji
awûqatan ra dibêje. “Notên hevdîtinê” têne nivîsandin, berê bi rîya berpirsîyarên
girtîxanê digihên destê pisporên dewletê, ew lê dinêrin, ji hin parzûnan
derbaz dikin û tiþtê ku zirara xwe tune lê feyda xwe heye, bi rîya dozger
didine destê awûqatan. Ew jî digihînin hevalan!
Gelo em van tiþtan ji ku dizanin?
Ma kî nizane! Ev tiþtê ku em dibêjin heya di wan notên hevdîtinê da hene
ku di weþanên PKK’ê da û di rûpelên înternetê da cî digrin. Carekê dozger
ne xwestibû van notan bide awûqatan. Gotibû “ew mesajên sîyasî ne.” Lê
herhal di jor da emir hat û dîsa da. Kîngê Awûqatan evtiþt ji Apo ra neqil
kirin, Apo usa got:
“Bêjin ku evtiþt bi daxwaza jorê
dibe! Ji min dixwazin ku ez piçek li HADEP’ê û li hevalan þîretan bikim,
da ku þaþîyan nekin…”
Belê, usa ne! Hûn jî dibînin ku tiþtê
ku Ocalan dibêje û dike ne dijî mafên dewleta Tirk e, ne bê usûlî ye. Ew
hemû jî gor dil û daxwazên Enqerê ne.. Da ku HADEP û PKK þaþîyan nekin,
baqil bin…
Ma hayê Çolajan ji van tiþtan tune?
Ew Çolajanê ku hayê xwe ji Ozgur Polîtîka û nivîs û mesajên ku li wir derdikevin
heye, þik tune hayê wî ji zêde tiþtan jî heye. Heya ji tiþtê ku em pê nizanin
û “li piþt derîyên girtî” çêdibin…
Lê kesên wek Çolajan ra meriv çi
bêje vala ye. Ew wek saeteke sazkirî karê xwe dikin. Karê wan jî xizmeta
dewletê ye. Ew rojnamevanên “memetçîk” in, esker in. Hebûna wan û debara
wan ji wê ye. Ew ne ku tenê lîstik û curmên dewleta xwe vediþêrin, her
usa jî dixwazin Ewrûpê jî bikin þirîkê van lîstik û curman.
Helbet mesaja Apo bi xwe jî gelek
balkêþ e.
Gelo çi feyda dewleta Tirk heye ku
vê mesajê belav bike? Bi raya me feyde ev e: Dewleta Tirk dixwaze PKK’ê
berde ser Kurdên Baþûr. Helbet, ne cara pêþîn e ku usa dike. Her usa, ji
Kurdên Baþûr jî dixwaze û zorê li wan dike ku þerê PKK’ê bikin. Bi vî awayî
dixwaze bi
kevirekî li du çûkan xe, Kurdan
bi destê Kurdan bide qirkirin. Dewleta Tirk bi vî awayî him rewþa baþûr
xirab dike, nahêle ku ev parçê Kurdistanê di warê aborî û civakî da xurt
be, sazîyên netewî cîyê xwe bigrin, him jî mane û firsend dibîne ku têkilî
karê wan be, tesîra xwe li ser Baþûr zêde bike. Her usa jî hêza PKK’ê li
wir bi temamî winda bike.
Heya meriv dikare bêje ku Dewleta
Tirk bi vê sîyasetê dixwaze li sê çivîkan xe. Her usa jî vegere ji xelkê
Tirkîyê û dinyayê ra usa bêje:
“Ma hûn nabînin, Apo di beyanên xwe
ya li ser aþitî û demokratîyê, li ser daxwaza kar û xebata sîyasî ne rast
e. Ew îro jî hazirî dike ku þerê me bike. Ango teror xilas nebûye, xeter
berdewam e. Divê em tevdîrê ji dest bernedin. Ne dora mafên mirovî û demokrasîyê
ye. Têlevîzyona Kurdî û mektebên Kurdî tucar nabin!.."
Ango ev mesaj bi destê hêzên kevneperest
bi vî awayî bi kar tên. Ew kesên ku dixwazin pêþî li guhartinê bigrin,
rê nedin reforman, bona vê yekê heya carina dijî hukumetê serî hildidin
–wek esker û polêz- ji bo ku berdewamîya terorê ra bibe delîl, curmkarî
dikin –wek kuþtina Midûrê Emnîyetê ya Dîyarbekrê- ma nikarin vî tiþtî bikin?.
Wan ji nuha va dest pê kirin û propagandeyeke xurt bi rêva dibin.
Ew M. Alî Kiþlalî, yek ji berdevikên
eskerîyê di çapemenîya Tirk da, li ser gotina Osman Ocalan, ku gotibû “em
dikarin cardin dest bi þerê çekdarî bikin,” sernivîsa xwe danîye “Xizmeta
PKK…” Di nivîsa xwe da jî tiþtê ku dibêje bi xulase ev e: “Me digot xetera
terorê berdewam e, lê gelekan bawer ne dikir; nuha Osman giha hawara me…"
Berpirsîyarên þerê qirêj xwedî tecrubeyek
mezin in. Destekî wan di nav rêxistinên kevneperest da, destê dinê
jî di nav rêxistinên çep da ye û gelek tiþtên þaþ û xirab bi wan didine
kirin. Ger wê jî têr nekir, bi destê Kontrgerîlla û JÝTEM’ê gelek curmkarîyên
mezin dikin. Kuþtina polêzan jî, ev bûyerên Silopîyê jî (windakirina berpirsîyarên
HADEP’ê) karê wan e. Her usa, bi rîya Apoyê Ýmralîyê mesajên þer digihînin
Osmanê li serê çîyê… Êdî senaryo temam e û dor hatîye kiþandinê fîlmê!..
Ango ew pêvajoya Ýmralîyê bi
vî awayî dimeþe, hatin û çûna mesajan bi rîya awûqatan bona van tiþtan
e.
Ev agahdarî û þirove jî ji bo wan
kesan e ku piçek famkor in û dereng pê dihesin..
Bi raya we sîyaset çi ye, xwendevanên
delal? Hûn guh nedin tarifên li ferhengan, hûn li rastîya jîyanê binêrin.
Dema meriv li rewþa Tirkîyê binêre digihîje wê qeneetê ku, sîyaset hunera
xapandina ehmeqan e!
Hukumeta Ecevît
û guhartineke perakende di qanûna esasî da
Li vê dema dawîyê yek ji babetên rojevê
guhartina yek-du bendên Qanûna Esasî ye. Yek ji wan di derheqa partîyan
da ye. Hukumet dixwaze girtina partîyan piçek zehmettir bike. Bona vê yekê
rîya ku dîtîye ev e: Heya nuha partî bi destê Mehkemeya Qanûna Esasî bi
dengê piranîyê dihatin girtin. Ango temamîya dengan 11 bû û 6 dengan têr
dikir. Lê nuha hukumet dixwaze vê mîzanê bike sisêyan da duduyê dengan,
ango, hingê bi kêmayî 8 deng divê ji bo girtina partîyekê.
Lê Mehkema Qanûna Esasî dijî vê guhartinê
derket, got hûn destê me girê didin û li ser vê yekê hukumet jî sekinî.
Ji xwe esker jî naxwaze ku ev guhartin bibe..
Derdê hukumetê ne demokrasî ye ne
jî azadîya rêxistinî. Ger mabest ew bûya, hingê divîya bû di vî warî da
mîzana navnetewî û hemdem ji xwe ra hilbijarta. Ango ew partîyên ku rîya
terorê, yan jî ya zorê nadine pêþ xwe divê neyêne girtin, ray û bernama
wan çi dibe bila bibe.
Tirkîye goristana partîyan e. Di
van çil salê dawî da 30 partî hatine girtin, yan bi destê Mehkemeya Qanûna
Esasî, yan jî bi destê derbên eskerî.. Heya partîyên mezin ku bûne hukumet,
partîya ku Mistefa Kemal avakiribû, ango CHP jî di nav da..
Sê sal berê Partîya Refahê hat girtin
û serokê wê Erbakan jî, ku sîyasetvanê salan e, ji sîyasetê hat dûrxistin.
Dewayê ku ji bo girtina Partîya Fazîletê vebûye, va ye 8 meh e berdewam
e. Dewayê dijî HADEP’ê jî 18 meh e berdewam e.. Ev doz û dewa wek þûrê
Demokles in li ser partîyan.
Lê derdê hukumetê ne ev e ku êdî
rê li ber girtina partîyan bigre û dawîya vê rezîlîyê bîne. Na, ev tiþt
ji bo hukumetê ne xem e. Bi guhartina Qanûna Esasî amanca wê hin feydeyên
rojane ne. Dema Fazîlet bê girtin hingê hilbijartineke giþtî yan jî qismî
wê bikeve rojeva Tirkîyê. Lê bedêla hilbijartineke teze giran e. Aborîya
Tirkîyê ji xwe di
tengasîyeke mezin da ye û nikare
ji bin vî barî rabe. Him jî partîyên ser hukim ditirsin ku hukumet ji dest
biçe..
Bona vê yekê, hukumet dixwaze
roja xwe xilaske. Bona vê yekê jî hin guhartinên perakende di Qanûna Esasî
da têra wê dike. Hukumet jî tucar naxwaze ku girtina partîyan, ango ew
çekê di dest da bi temamî winda bike.
* * *
Tirkîye, ji bo paymalkirina heqên
mirovî, eza û teda kirin, hepiskirina mirovan ji ber bîr û bawerîyên wan
û hilweþandina gund û bajarên Kurdan, di Mehkema Heqên Mirovî yê Ewrûpa
da gelekî mehkûm dibe. Xema Tirkîyê ji bona van mehkumîyetan ne windakirina
êtibar e, lê windakirina pere ye.. Ji ber ku Tirkîye, wek ceza û bedêl
gelek pere dide ku ew jî mesrefekî teze ye û roj bi roj giran dibe.
Nuha ew mesrefa teze giha wê derecê
ku, Wezareta Derva ji mehkemeyan ra name þand û got dema di derheqa kesên
nivîskar û rewþenbîr da biryarê didin, vê yekê bigrin ber çavan!.. Lê berî
hemûyan serokên mehkemên bilind, hakim ji vê yekê gelek aciz bûn.
Gotin ger hukumet ji vê yekê
aciz e, çima ji me ra dibêje, bila dozê ji parlamenê bike, qanûnan biguhure.
Ê me, qanûn çi dibêje em wê dikin.
Bi rastî jî usa ye. Ger Tirkîye bi
cezakirina bîr û bawerîyan huqûqa navnetewî pêpes dike û ceza dixwe, bila
qanûnên xwe biguhure, azadîya ramanî fireh bike wek welatên Ewrûpa. Qanûn
jî bi destê parlamenê têne guhartin.
Lê tiþtê xerîb, hêzên demokrat û
rewþenbîr bi salan e ji hukumetê dixwazin ku astengên li pêþ azadîya ramanî
rake. Dibêjin ew rûreþîyek e ji bo Tirkîyê, divê jê xilas be. Her usa jî,
gelek waxt e welatên Ewrûpa jî jê dixwazin. Dibêjin, ger tu dixwazî bibî
endamê me, þertekî me jî ev e. Lê hukumeta Tirk qet guh nade van daxwaz
û pêþnîyaran. Ew ji vê rûreþîyê ne aciz e, ji cezayên diravî aciz e! Wek
çare jî, qanûnan naguhure, ji welatîyên xwe ra azadî nasnake, lê ji mehkeman
dixwaze ku “dema ceza didin, vî tiþtî bigrin berçav!.."
Tiþtekî ecêb, hukumeta Tirk þaþo
faþo bûye. Destê xwe ji qanûnên kevnare, ji cezayê, ango ji þûr û þer nabe.
Lê naxwaze pere jî bide.. Çare dîsa tevdîrên perakende ne..
Lê sebebê cezayê ne tenê ev e. Ger
Tirkîye naxwaze bê cezakirin û nekeve mesrefê, divê li kesî eza û teda
jî neke, divê gundên Kurdan jî hilneweþîne, divê neheqîyê li kesî neke
û curmkarî neke.
Lê destê berpirsîyarên Tirk ji van
tiþtan nabe. Xûyê van merivan usa ye. Gotinê pêþîyan e: Heya can dernekeve
xûy dernakeve!..
Demokrasî ne xema wan e. Ew hînî
Qanûna Esasî ya 1982, ango fermana generalan û kirasê dînan bûne. Bo guhartina
wê û çêkirina qanûneke teze dil nakin û xebat nakin. Herçî ku navê wan
û cilê wan sîvîl e jî, serê wan eskerî ye, ço ji dest bernadin..
Li Silopîyê qanûna
guran
Li Kurdistanê dîsa curmê windakirina
kesan dest pê kir. Li Silopîyê serokê HADEP’ê yê vî bajarî Serdar Taniþ
û hevalê wî Ebûbekîr Denîz di 25’ê Çileyê Paþîn da (meha berê) bi daxwaza
fermandarê eskerî yê mintiqê çûn qereqola cendirmê û cardin venegerîn.
Þofêre ku ew birin xuya ye, þadên din jî hene; lê ji wê rojê vir da va
ye 20 roj derbaz bûn, tu xeber ji van du kesan tune.
Merivên wan, hevalên wan, kesên demokrat
aqibeta van herdu kesan dipirsin lê ji cendirmê deng û beng tune. Hukumet
jî wekî ker û lal e…
Bi taybetî ji sala 1990 vir da bi
hezaran kes winda bûn, bi destê hêz û çeteyên dewletê hatin kuþtin û veþartin.
Ew curmên hanê van du salê dawî wekî sekinîbûn. Lê xuya ye cardin dest
pê kir. Him jî li ber çavê dinya alemê. Curmkar bêperwa ne. Heya rê nadin
ku meriv û hevalên windayan li wan bigerin, wan bipirsin!
Curmkar bi navê xwe, rutba xwe û
navnîþana xwe li meydanê ne. Mîralayê mintiqê middetekî berê ji bavê Serdar,
Þuayîp Taniþ ra têlefon kiribû û gotibû: “Bila Serdar neyê Silopîyê. Ger
bê ezê wî bikujim. Cîyê min, rutba min û navnîþana min xuyayî ye, diçin
kîderê biçin!..”
Mîralay bi rastî jî gotina xwe kir.
Li ber çavê herkesekî ev herdu însan da girtin û xuya ye da kuþtin. Dibêjin
Mîralay ne dixwast HADEP li mintiqê kar bike. Ji Serdar ra gotibû divê
tu ji HADEP’ê îstîfa bikî. Dema ku gotina wî bi cî ne hat, vêcar jî dest
bi curmkarî kir, ku salên berê jî bûyerên hanê gelek çêbûn.
Ango fermandarê Tirk wek gurê çîroka
La Fountaîne him dozgerî, him dadgerî him jî celladî kir…
Berî vê hadîsê jî li bajarê Þirnaxê
serokê HADEP’ê û hevalên xwe bi hîle û dafik hatibûn girtin, gotibûn di
otoya wan da sîleh hatine dîtin…
Plan û lîstika van zordestan eþkere
ye. HADEP ne partîyeke nehînî ye. Ew gor qanûnê sazbûye û karê xwe dike.
Lê hinek ji vî tiþtî ra ne razîne. Çend partîyên berî wê, wek HEP, DEP,
DDP û KDP bi biryara Mehkema Qanûna Esasî hatin girtin. Di derheqa HADEP’ê
da jî dewa vebûye ku 18 meh e berdewam e. Lê hin berpirsîyarên vê dewletê
li benda biryara mehkemê jî nasekinin, hebûna van partîyan qebûl nakin.
Xelkê ditirsînin, zulmê dikin, ku bi wê jî nebû, rasterast xelkê dikujin,
winda dikin.
Yên ku van karan dikin berpirsîyarên
esker û sîvîl yên dewleta Tirk in. Zordestî û curmkarîya wan li ber çavan
e. Lê kes ji wan tiþtekî napirse. Di vî warî da tu tirsa wan tune û bona
vê yekê jî wek haydût û êþqîyayan dikin.
Çend roj e merivên windayan dipirsin,
hevalên wan dipirsin, rojname û têlevîzyon vê xeberê belav dikin, nivîskar
dipirsin, lê hukumet bê deng e, parlamena sosret bêdeng e, dozger bêdeng
in, Serokfermandar Kivrikoxlî, ku her roj zirt û pirt beyanan dide, ew
jî bêdeng e!..
Gelo kî pêþî li xirabîyên van êþqîyayan
bigre, kî ji Mîralayê Silopî hisêbê kirina wî pipirse?..
Ew zordest bi van kirinan dixwazin
çi bikin? Ne ku gel bêzar bikin û cardin þer derxin?..
Belê, wampîr (xwînmij) xwîn dixwazin!
Dengê Kurdistan © 2001
|