| ÎNSÎYATÎFA
KURDÊN DANÎMARQA
DAXUYANÝYA CÝVÎNA KOPENHAGÊN
Em kurdên Bakûr ku lý Daiýmarkê
dýjîn, li ser pêþneyara civîna Kolnê di berwara 6/1-2001 î de li paytextê
Danimarka Københavnê me civînek pêk anî. Me beþdarên civînê li ser hilbijartina
komîteyekê li hev kir û herwiha me biryar da ku em dîtinên xwe bi
daxuyanîyekê pêþkêþî raya giþtî bikin.
Gelê kurd li Rojhilata Navîn, yek
ji gelên herî kevin û mezin e. Gelê kurd xwedî dîrok, ziman û çandeke dewlemend
e. Wek hemû gelên cîhanê gelê kurd jî xwedî mafe ku qedera xwe bi
destê xwe, bi azadî tayin bike û li ser axa xwe azad bijî. Ji dewlemendiyên
welatê xwe, ji zaniyarî û teknîka hevdem îstîfade bike; ziman û çanda xwe
bi serbestî bi kar bîne û pêþ ve bibe.
Dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalist
ji destpêkê heta îro hebûna kurdan wek gel înkar kiriye. Serhildanên gelê
kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk her car bi zilm, zordarî
û jenosîdan ve hatîye perçiqandin. Komara Tirkîyê ji bo sedhezar tirkên
Qibrisê federasyonê kêm dibîne, ji bo çengek Turkmenên baþûr qala federasyonê
dike, lê naxwaze nasnama zêdetirî bîst milyon kurdên Bakurê Kurdistanê
nasbike. Siyaseta Komara Tirkiyeyê îro jî li dijî kurdan înkarkirin, asîmîlasyon
û jenosîd e.
Komara Tirkiyeyê ber bi endamîya
Yekkitîya Ewrupayê diçe. Her wiha Komara Tirkiyeyê imza xwe li bin piranîya
peymanên navneteweyî dide. Lê ew hîn siyaseta xwe ya nijadperesti didomîne.
Rê nade rêxistin û parti û sazîyên kurdan bi riyên demokratîk, azad
û eþkere doza xwe bimeþînin; bi zimanê xwe bixwînin, weþanên radyo û televizyonên
bi zimanê xwe bikin.
Gelê kurd li hemû beþên Kurdistanê
ji bo mafên xwe yên bingehîn di nav xebateke dijwar de ye. Destkevtîyên
gelê kurd li kîjan beþê Kurdistanê bibe bila bibe destkevtîyên gelê kurdin.
Em piþtgirîya xebat û tekoþîna ji bo bidestxistina mafên demokratîk
û neteweyî yên gelê kurd li Baþûrê Kurdistanê dikin, wan destxistinan weke
bidestxistinên xwe dizanîn û diparêzîn.
Gelê kurd tu caran nîrê bindestîyê
û siyaseta teslîmbûnê qebûl nekirîye û îro jî nake. Ji ber vê yekê, divê
Komara Tirkiyeyê dev ji vê xewna pûç berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber
çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina
mafên gelê kurd ên neteweyî û demokratîk e. Loma jî ”çareyên” wek ”Komara
Demokratîk” û ”Hevwelatiya qanûna bingehî” û siyasetên kedîkirinê yên din
ne çareserî ne. Ev stratejî û helwestên bi vê siyasetê ve girêdayî, kurdan
ji hêjayiyên neteweyî, demokratîk û siyasî bi dûr dixin û rê li ber wan
winda dikin. Divê gelê kurd bi vê siyaseta durû ya bi pêvajoya Îmraliyê
bêtir eþkere bûye, neyê xapandin.
Em dozê li Komara Tirkiyeyê dikin
ku van daxwazên li jêrê hatine nivîsandin û berî hertiþtî jî pêwîstiyên
peymanên navneteweyî yên bi vê pirsê ve girêdayî bi cîh bîne, da ku ji
bo çareserkirina pirsa kurd û Bakurê Kurdistanê, riya aþtiyê vebe.
* Rakirina rewþa taybetî ya
li Kurdistanê.
* Belavkirina dezgehên þer û terorê
yên wek kontrgerila, JITEM, tîmên taybetî û sîstema ”parêzgerên gundan”.
* Bê þert û merc paþda zivirîna
kurdên bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatine derxistin û zerar û ziyana
wan li wan bêne vegerandin.
* Naskirina ? hebûn û nasnameya
gelê kurd di Qanûneke Esasî ya nuh û demokratîk de.
* Rakirina astengên li pêþîya xwendegeh,
radyo û televizyon bi zimanê kurdî weþanê bikin.
* Rakirina hemû astengên hiqûqî
û siyasî yên li pêþîya azadî û îfadekirina fikirê û xwebirêxistinê û parti
û sazîyên kurdan ên siyasî û demokratîk bikaribin bi nav û bernameyên xwe
bi serbestî bixebitin.
* Berdana hemû girtiyên siyasî û
siyasiyên li derveyî welêt bikaribin vegerin welatê xwe.
* Lê vegerandina navên gund û bajarên
Kurdistanê yên ku navên wan hati guherandinê.
|