Kurds.dk>
Kurdi
Komkar
Maqale
Nûçe
Regahandina çapamenî
Pêkenok
Çand
Lêkolîn
Weþan
Çalekî
Arþiv
Link

Kurds.dk kontakt
Kontakt

Lêgerîn
Site search
Web search
powered by FreeFind

 

| Dansk | English | Deutsch | Français | Kurdî | Türkçe | Farisî | Erebî |

Kurds.dk > kurdi

Enflasyon û derewa mezin
Hukumeta Tirk salek berê dabû pêþîya xwe ku îsal enflasyona sala 2000’î daxe sedî da 25’an. Ev tiþt pêk nehat. Çend roj berê Enstîtûya Dewletê ya Ýstatîstîkê eþkere kir ku enflasyona îsal daketîye 39’an.

Nuha berpirsîyarên dewlet û hukumetê dibêjin ew jî baþ e. Ji ber ku, ji çend salan vir da cara pêþîn e enflasyon daketîye binê çilî û hema hema nîv-nîvê kêm bûye...

Lê ev yek jî ne rast e. Hukumet hisêbê xwe ne gor 12 mehan, lê gor meha dawî (çilêyê Pêþîn) dikê û enflasyonê kêm nîþan dide, xelkê dixapîne. Dema meriv buhayê mal û xizmetan ku di 12 mehan da, ango di temamîya salê da bide ber çavan, ku ya rast jî ev e, enflasyona sala 2000’î ji çil jî, ji pêncî jî gelek zêdetir e, 54,9 e…

Enflasyona sala berê jî (ya 1999) 64,9 bû. Ango gor rastîyê, li himber ewqas tengasîya ku bi xelkê dane kiþandin, daketina enflasyonê gelek kêm e, hukumet ji armanca xwe gelek dûr maye. 

Serda jî hukumetê ji bo ku buhayîya meha 12 kêm nîþande, tenê 11 rojê vê mehê daye ber çavan. Lê wek nimûne, di meha 12 da buhayê elatrîkê sedî da neh zêde bû ku ew û zemên dinê di hisêbkirina enflasyonê de xuya nakin!

Ango ev reqemê ku hukumet nîþan dide vir û derew e.

Hukumet çima van lîstikan dike, çima xelkê dixapîne. Ev adet û usûlê wan e, karê xwe bi vî awayî bi rêva dibin. Serda jî, wan soz dane karker û memûran ku gor dereca enflasyonê meeþê wan bilind bikin. Lê va ye, gor gotina wan enflasyon di sedî da 39 e, ew naxwazin meeþê karker û memûran sedî da 10 jî zêde bikin. Lê dema rastîyê bêjin, divê meeþê karker û memûran heya di sedî da 55 zêde bikin…

Baþ e, ev reqem çi nîþan didin? Nîþan didin ku sala çûyî mal û xizmet di sedî da 55 buha bûn, bi vî awayî malfroþ û xizmetfroþ kar kirin, lê yên ku kirîn, feqîr û fiqare, karker û memûr jî ewqas zirar kirin, hatina wan nîv nîvê kêm bû… Ango ji kîsê feqîran derket, kete xezna dewletê û dewlemendan…
 

Xelk sîlehan kêm dike, Tirk zêde dikin

Gor raporên Yekitîya Milletan piþtî sala 1990, Ango piþtî têkçûna Yekitîya Sovyêt û sîstema sosyalîst li Rojhilata Ewrûpê, li welatên pêþveçûyê kirîna sîlehan kêmbû. Lê li welatên dinê dîsa wek xwe ma, heya li hin welatan mesrefê eskerî zêde bû. Yek ji wan Tirkîye ye.

Ango nanê feqîran tune lê perê xwe didine sîlehan û þerê hevdu dikin.. Gor Enstîtûya Aþitîyê ya Navnetewî li Stokholmê, sala 1999 di dinyayê da perê ku çûye sîlehan di sedî da 2 zêde bûye û bi temamî 800 mîlyar dolar e. Li alî dinê jî li welatên paþvemayî birçitî, nezanî û nexweþî gelek fireh e. Hatina sê mîlyar kesan, ango nêvîyê nifûsa dinyayê, rojê ji du dolaran kêmtir e.

Tê gotin ku di dinyayê da þer û berberî berdewam e. Ji sala 1990 vir da 5 mîlyon kes di þer da mirine, bi mîlyonan kes jî koçber bûne. Þer û berberî him sebebê sîleh kirînê ye, him jî berhemekî wê ye.

Li dinyayê di sedî da 2,5’ê hatina mirovan diçe sîlehan. Li Tirkîyê ev derece du qat e, ango sedî da 5’ê hatina Tirkîyê diçe sîlehan. Di dinyayê da sedî da dehê botçeyên welatan diçe mesrefê leþkerî; lê li Tirkîyê ew sedî da 30-40 e!..

Li vî welatî þer û berberî kêm nabe. Dewleta Tirk þerê der û cîranan dike, þerê Kurdan dike û ger kesî nebîne, þerê xelkê xwe dike..

Bi vî awayî nanê gel jî dibe qumbele û fîþeng; xelk birçî, bêmal û betal dimîne.
 

Mehkema Cezayê ya Navnetewî Herkesî Naskir, Tirkîye Ma…

Yekitîya Milletan di sala 1998 da bi Konferansa Romê mehkemeyeke teze avakir bi navê “Mehkema Cezayê ya Navnetewî”. Ev mehkeme wê li curmên dijî mirovetîyê binêre û ceza bike. Ev mehkeme wê li curmê jenosîdê û li curmên ku di þer da pêk tên li wan jî binêre.

Heya îro hemû welatên Ewrûpa hukma vê mehkemê qebûl kirin. Li dinyayê 139 welatan peyman mor kirin. Ýran û Ýsraîl jî di nav da. Lê Tirk hîn mane!

Xuya ye tirsa berpirsîyarên dewleta Tirk li himber edaletê mezin e. Ew curmê xwe baþ dizanin. Curmê wan ê dijî mirovetîyê ne yek û dudo ye. Qira filleyan yek ji wan e. Lê dijî Kurdan jî curmê wan bê hed û hesab e. Ew xirabkirina 4 hezar gundê Kurdistanê, koçberkirina bi mîlyonan Kurd û kuþtina 15 hezar kesî bê mehkeme û bê pirs di van 15-20 salên dawî da, hin ji wan curman in… 

Gelo, kê dîye ku çil heramî bi lingê xwe biçin mehkemê!..
 

Kontrgerîlla li kar e..

Kontrgerîlla rêxistineke dizî ya dema þerê sar bû ku bi destê Amêrîka li hemû welatên NATO hatibû çêkirin. Hayê hukumetan jê hebû. Li Ýtalya navê xwe Gladyo bû, li Tirkîyê bi navê kontrgerîlla hatibû naskirin. Kadrên xwe ji eskeran, polêzan û sîvîlan pêk anîbû. Rêvebirên vê rêxistina dizî bi destê Amêrîkîyan dihate perwerdekirin.

Armanca rêxistinê, gor gotina wan, di dema þer da parastina piþtî cephe bû. Kîngê welatên komûnîst welatên NATO’yê dagir bikin, kontrgerîlla xelkê piþtî cephe organîze bike û dijî dagirkeran ber xwe bide…

Lê ev rêxistin li gelek welatên Awrûpê û li Tirkîyê di dema aþitîyê da jî bi kar hat, dijî hêzên çep û demokrat.. Li Ýtalyê vê rêxistinê (Gladyo) gelek tiþtên xirab kirin. Serokwezîrê kevn, Aldo Moro revand, kuþt û avête ser “Brîgadên Sor”. Li îstasyona bajarê Bolognê bombe teqand, gelek kes kuþt û avête ser komûnîstan…

Lê xirabîya herî mezin bi destê Kontrgerîllaya Tirk hate kirin. Ev rêxistin di salên 1960’î da dest pê kir û heya îro dijî hêzên çep û dijî Kurdan bi kar hat. Ne bi dehan, lê bi sedan provokasyon çêkir. Li vir û wê xwîn rijand, hezaran meriv kuþt. Tirkeþ û A. Çatlî jî merivê kontrgerîlla bûn ku bi destê Amêrîkîyan li "Mekteba Panama" hatibûn perwerdekirin..

Ev sazî li Tirkîyê di sala 1952’yan da ava bû bi navê “Sazîya Lêgerîna Seferberîyê”. Lê piþtra bi navê Kontrgerîlla hate naskirin. Piþtra bû “Daîreya Þerê Taybetî”. Li vê dawîyê jî jê ra dibêjin “Fermandarîya Hêzên Taybetî". Navekî xwe yê dinê jî "Hêzên Sipî" ye.

Piþtî ku Yekitîya Sovyêt belav bû û sazûmana sosyalîst têkçû, tirsa xerbîyan ji komûnîzmê nema, ango dema þerê sar derbaz bû, ev rêxistin li welatên NATO hat belavkirin, lê tenê li Tirkîyê ma û karê xwe ajot. Ev rêxistin îro jî aktîf e û di jîyana sîyasî û civakî ya Tirkîyê da roleke mezin dilîze. Dîsa provokasyonan çê dike, xwîn dirijîne û jîyana gel û welat terorîze dike.

Mehmet Eymur, ku waxtekî li MÝT’a Tirk merivê duduyan û serokê sazîya “kontirterorê” bû, lê nuha ji MÎT’ê hatîye dûrxistin, xeyîdîye û li Amêrîkê dimîne, bi rîya înternetê gelek tiþtên dizî eþkere dike. Eymur dibêje ku, kontrgerîlla nuha hazirîya piþtî Ecevît dike. Ecevît nexweþ e û belkî 5-6 mehê xwe mane. Kontrgerîlla ji nuha va hazirî dike ku piþtî Ecevît dezge û hukumeteke çawa ava bike!..

Xuya ye ew provokasyonên ku li vê dawîyê dibin, dîsa teror bilind dibe û hin kes dîsa berê xwe didin generalan, bê sebep nîne..

Kîngê Tirkîye berê xwe piçek bide demokratîyê ew hêzên tarî wek cin û pêrîyan rola xwe dilîzin, tevlihevîyê derdixin, çavê xelkê ditirsînin û pêþî li guhartinê digrin.

Ýro jî derd û tirsa wan ew e ku, Tirkîye nêzî Yekitîya Ewrûpê bibe, çarçuva demokratîyê fireh be, kar û bar zelal be. Lê ev hêzên tarî û xwînxar ji vê yekê gelek ditirsin. Ronahî mirina wan e. Çiqas ji dest wan tê, ber xwe didin ku pêþî li vê guhartinê bigrin.
 

Walîyên Kurdistanê çawa barê xwe dadigirin..

Hayrî Kozakçîoxlî yek ji walîyên rewþa teybetî bû ku bi salan þerê Kurdan kir. Piþtra

Bû walîyê Ýstembolê, ji wir jî di lîsta DYP da, tevî gelek walî û polêzên þerxwaz bû mebûs û hîn jî wek mebûs û wek cîgirê Çîllerê kar dike.

Çend roj berê eþkere bû ku vî Kozakçîoxlî di dema walîtîya taybetî da bi pênc mîlyon dalaran du balafirên piçûk kirîye, lê ev balavir kevn bûne û bi tiþtekî ra nabin, buhayê wan jî her yek ji sed hezar dolarî ne zêde ye. Ango dibêjin ji vê bazarîyê riþweteke baþ stendîye.. 

Dîsa eþkere bû ku li Ýstembolê, li taxên gelek giranbuha, li Emîrgan û Sarîyerê pênc koþk û vîllayên Kozakçîoxlî hene ku li himber behrê ne.. Lê walî efendî tevdîrên xwe stendine, ew li ser navê jin, keç û zavayên xwe tapî kirine!..

Gelo jin, keç û zavayên Walî beg ew koþk û wîllayên giranbuha bi çi xebatê, bi çi pereyî, bi çi ticaretê bi dest xistine?. Helbet çavkanî xuyayî ye. Kozakçîoxlî barê xwe di dema walîtîya Kurdistanê da dagirtîye. Ne tenê ew, gelek walî, zabit, polêz û burokratên dinê li kurdistanê, di saya þerê qirêj da barê xwe dagirtin, kûpê xwe tijî kirin. Hinan ji bertîl û xeracan, hinan ji ticareta esrar û eroyînê, hinan ji herduyan.

Li Kurdastanê ranteke mezin heye. Bi sedmîlyaran dolar bi salan e di navbera çete, serqoricî û borakratan da parva dibe. Bona vê yekê ye ku ev hêz û kes naxwazin þerê qirêj bighê dawî, rewþa taybetî rabe, qoricitî belav be. Bona vê yekê ew dijî aþitî û demokratîyê ne…

Ew diz û curmkar in. Ditirsin di dema aþitîyê û demokratîyê da êdî çavkanîyên dizîyê bê birîn û hisêbê curmên wan bê pirsîn.

 
 
Dengê Kurdistan © 2001 
 

© KURDS, 2000  |  e-mail/e-posta
KOMKAR, den kurdiske forening i DK.
Nansensgade 30, 1. th, 1366 København K - Danmark
telefon & fax  +45 33 13 75 01
»NÛJENKÝRÝNA DAVÎ
 20/01-2001 
» Nûçe Û maqale yê aktuel
»Kemal Burkay 
Partî ji bo  çi hene?