| Xeber-Þirove
- Çileyê Paþîn, 2001
Sala 2000 û "Zeftkirina Zindanan!.."
Belê, salek din hat û ji ser Tirkîyê
û Kurdistanê ra derbaz bû çû. Bêkêr, bê xweþî, bê rindî û delalî!.. Çawa
ku ewr ji ser erdekî hiþk û tî derbaz bin biçin û dilopekî nerijînin..
Lê sala 2000’î bi hêvî dest pê kiribû.
Tirkîye bûbû namzetê Yekitîya Ewrûpa. Xelkê digot, sazûmana Tirk êdî bibê
nebê piçek xwe biguhure, nerm be, çarçuva heqên mirovî fireh bike, di warê
demokrasîyê da hin gavan bavêje.. De haa!..
Deve ji ser çalê bazdide, lê rêvebirên
dewleta Tirk nikarin bibin demokrat!
Sal derbaz bû çû û rêvebirin dewleta
Tirk wek sîsirkê fîtik kutan, waxta xwe vala derbaz kirin. Dema payîz hat
û Yekitîya Ewrûpa Pelgê Þirîkatîyê li pêþîya wan danî û tiþtê ku ji wan
dixwast yek bi yek rêz kir, hingê, na, hiþê wan ne hate serê wan, lê hiþê
xwe bi temamî winda kirin, dîn bûn, bi cinan ketin.
Ji Ewrûpîyan ra gotin, “pirsa Qibrisê
ne îþê we ye!”
Gotin "Em tucar rê nadine têlevîzyona
Kurdî û xwendina Kurdî jî tucar nabe!"
Lê piranîya xelkê Tirkîyê û piranîya
rewþenbîran, heya tu bêje temamîya sermîyandaran, dixwastin Tirkîye bibe
endamê Yekitîya Ewrûpa. Da ku bikaribe pirsên xwe yên giran bi alîkarîya
Ewrûpê çareser bike; aborî xweþ be, aþitî û demokrasî bê welat.
Bi vî awayî Tirkîye bû du bend û
gengeþîyeke xurt dest pê kir di navbera herdu alîyan da: Yên ku endametîya
YA dixwazin, yên ku naxwazin.
Hingê, tiþtê ku di rewþên hanê da
tim dibû, dîsa bû! Esker serî hilda, laf û gef xwarin. Got "Radyo û têlevîzyona
Kurdî û xwendina Kurdî nabe! Ewqas heq û azadî nabe! Kurd nikarin bi serbestî
sîyasetê bikin! Ewrûpî dixwazin Tirkîyê parçe bikin!.."
Di eynî demê da krîza aborî dest
pê kir. 7 hezar dolar ji Tirkîyê derket, borse nîv-nîvê daket, faîz gihane
hezaran. Hukumeta Tirk faþo maþo bû û cardin xwe avêt derîyê ÎMF.
Di eynî demê da hukumetê bi navê
efê diz û keleþ û qetilkar berdan, lê xwast kesên sîyasî bike nav zindaneke
xirabtir, di “tîpa F”, ango di zindana nav zindanan da tecrît bike. Hingê
di hepsan da girtîyên sîyasî dest bi grêva birçitîyê kirin û rojîya mirinê
girtin..
Di eynî demê da kûçe û kolan careke
din germ bûn. Karker û memûrên birçî dest bi meþ û mîtîngan kirin. Dê û
bav, xwîþk û bira, heval û hogirên girtîyên sîyasî û kesên rewþenbîr û
demokrat jî dijî "tîpa F" dengê xwe bilind kirin.
Ango krîz bi ser krîzan da hat. Hingê,
tiþtên ku di rewþên hanê da tim dibû, dîsa bû. Berê di kûçan da xort, piþtra
polêz hatine kuþtin. Piþtî wê polêz bi kûçe û kolanan ket, wek “yenîçerîyan”
serî hilda, bû agir û barût…
Herkesî ji hevdu pirsî: “Gelo çi
dibe?” Ji ber ku fîlmê berê dihate lîstin, fîlmê berî 12 Adar û 12 Ýlonê…
Wekî hazirîya cuntayeke teze.. Serokwezîr Eco bi xwe got: “Wekî yekî tilîya
xwe li biþkoja bûyeran da û tevlihevî derxist…”
Lê hukumet bi xwe jî ne malekî pak
bû. Wê jî berê lehîyê da ser mapisxaneyan. Ango ji esker û polêzan ra kar
dît û bala xelkê kiþande ser cîyekî din.. Bi hezaran esker û polêz, bi
panzer, dozer û helîkopter ajote ser zindanan; gulebaran kir, bombe avêt,
þewitand; sî-çil kes kuþt û bi sedan kes birîndar kir; zindan kirin wek
sellexane (mezbaxane) û ji nuh va zeftkirin, girtîyên nava zindanan careke
din girtin!..
Hukumeta Tirk, wekî henekê xwe bi
dinya alemê dike, navê vê operasyonê danî "vegera jîyanê!" Ango xwast ku
nîyeta xwe wek xilaskirina girtîyan ji rojîya mirinê nîþande. Lê eva dereweke
mezin bû. Armanca hukumetê neqilkirina girtîyan bû ji bo “tîpa F”. Wezîrê
Hundur bi devê xwe eþkere kir ku hazirîya vê operasyonê ji salekî berê
dest pê kirîye.
Di dema vê operasyonê da li gelek
bajaran di ser 20 mapisxaneyan da girtin. Gor reqemên resmî, Ji 8 hezarî
zêdetir komando û cendirme û bi hezaran polêz bi kar anîn. 20 hezar bombeyê
qazê avêtin. Esker û polêz bi kîn û dijminahîyeke usa mezin êrîþ bire ser
girtîyan ku di dema êrîþê da 24 girtî hatine kuþtin, bi sedan jî birînên
giran girtin. Çend heb ji birîndaran piþtî operasyonê mirin û hejmar heya
serê salê ji 30 derbaz bû. Xuya ye hinek jî di rojên pêþ me da wê bimrin,
yan jî seqet bimînin.
Ji bo vê operasyonê bi trîlyonan
mesref bû. Ger ew mesref ji bo rindîya girtîyan serf bikirana belkî ev
serêþî çênedibûn..
Medyaya Tirkan jî di vê demê da dîsa
wek borazanê dewletê bi kar hat, derewên wê bi dil û can belavkirin û hertiþt
gor dil û daxwaza dewletê nîþan da, xelk xapand. Kesên ku bi guleyan, yan
bi lêdanê hatibûn kuþtin, yan di dema êrîþê da þewitîbûn, gotin bi destê
hevalên xwe hatine kuþtin, yan jî xwe þewitandine. Hukumetê navê vê propagandê
danîbû “þerê psîkolojîk”… Di nav destkevtîyên hêzên dewletê da gelek sûretên
Marks, Engels û Lenîn û “du qamyon kitêb” jî hebûn ku têlevîzyonan ew jî
wek curmekî mezin nîþan didan!..
Piþtra eþkere bû ku, heya çawîþê
ku di dema vê êrîþê da hatibû kuþtin, mirina wî jî dîsa bi guleya hevalên
xwe, ango bi destê eskeran bû.
Gelo, dewleta Tirk ne dikari bû vê
pirsê bi rê-olaxên aþitîxwaz, bi rîya danustendinê çareser bike? Helbet
dikaribû. Gelek daxwazên girtîyan li cî bûn. Mapisxaneyên tîpa F ne gor
standardên medenî bûn. Dewleta Tirk ger guh bidana pisporan, di van mapisxaneyan
da hin guhartin çêbikira û gor standardên navnetewî heq-huqûqê girtîyan
nasbikira ne hewce bû ku ewqas þer û pevçûn çêbe û bigihe vê derecê.
Her usa jî, îro di mapisxaneyên Tirkîyê
da ji 12 hezarî zêdetir kesê sîyasî hene. Gelo eva sûc û gunehê kê ye?
Ev ne ji ber zulm û zêrandina bê sînor e?
Dewleta Tirk xelkê xwe dizêrîne,
talan dike, zulm û zordestîya nedîtî lê dike. Xelk birçî ye betal e, bê
heq û azadî ye. Dema dengê xwe derdixe jî lê didin û davêjin zindanan û
navê wan datînin "terorîst!" Lê bi rastî terorîst ev dewleta zalim bi xwe
ye.
Ji van 12 hezar kesî, yê ku bi rastî
çek hilgirtine destê xwe, þer kirine û kesek kuþtine, yan bombe avêtine
cî û deran gelek kêm in. Gelek kes ji ber ku raya xwe gotine û dijî sîyaseta
dewletê derketine, hatine cezakirin. Zarok û xortên ku li dîwaran tiþtek
nivîsandine, yan afîþek dardakirine, yan tevî meþekê bûne hatine girtin,
wek terorîst hatine gunekarkirin û cezayên giran dane wan. Wek nimûne,
dîsa van rojên dawî, mehkema bilind (temyîz) cezayê komek xortên lîsê û
zanîngehê testîq kir. Emrê wan di navbera 15-20 salan da bû û mehkemê ji
8 heya 15 salan cezayê giran dabû her yekî. Curmê van xortan çi bû: Pênc
sal berê polêz li Ýstembolê, li taxa Gazî bi dehan kes kuþtibû, wan jî
li Ýzmîrê protesto kiribûn. Ango belavok belav kiribûn û afîþ li dîwaran
xistibûn…
Van xortan jî ji efa dawî îstîfade
ne kirin. Ji ber ku ew "terorîst" bûn! Diz û qetilkar hemû derketin derva,
lê ew xortên 15-20 salî di hundur da man…
Li welatekî usa tucar aramî û aþitî
dibe? Xuya ye ku li welatekî usa kûçe û kolan jî, mapisxane jî wê tim bikelin.
Piþtî vê þer û þewata dawî û ewqas
kuþtî, seqet û birîndar jî dîsa hukumet ne gihîþte daxwaza dilê xwe. Mapisxane
bêdeng ne bûn. Bi sedan girtî dîsa dev ji rojîya mirinê bernedan. Bi hezaran
girtî dîsa di girêva birçitîyê da ne. Li der jî heval û hogirên wan bêdeng
ne bûn, lê kîn û hêrsa wan qat bi qat zêde bû. Ji îro þunda dibe ku li
hêfê bigerin, bûyerên teze çêbin û teror bilind be.
Ango dewleta Tirk bi vê metodê zordestîyê
dîsa tu tiþt çareser ne kir, lê heya pirsa heyî tevlihev û girantir kir.
Belê, xwendevanên delal, meha dawî
ya sala 2000’î bi vî awayî derbaz bû..
Meriv li halê Tirkîyê dinêre û dibêje
vî welatî dîn û har îdare dikin. Evana ji dema navçe mane, hov in. Milletê
xwe bi zora þûr, bi lêdan û kuþtinê, bi tirs û ezîyet terbîye dikin…
Ev welat bi temamî bûye zindaneke
mezin. Ji xwe ev yek ji wan sînoran jî baþ xuyayî ye, ku seranser bi novedaran,
bi têlên sincikîn, mîn û panzeran têne parastin…
Em ji nivîsandina pîsî, xirabî, derew,
dizî û zulma vê sazûmanê westîyan, xwendevanên me ji xwendina nivîsên han
westîyan, lê berpirsîyarên vê sazûmanê ji kirinên xwe ne westîyan. Ew ji
tiþtekî fedî nakin û di wan da vîcdan tune.
Sazûmaneke usa har û hov çawa dikare
bibe endamê Yekitîya Ewrûpa?
Sala 2000’î bi vî awayî derbaz bû,
emê binêrin sala 2001 çi bîne û çi bibe…
Meriv li sala borî dinêre û ji bo
sala teze jî bê hêvî dibe. Perpirsîyarên dewleta Tirk ne ku tenê sala borî,
sedsala borî jî telef kirin. Gelo ewê sedsala teze jî usa bikin?.
Ger ji wan ra bimîne, ango bi dilê
wan be, wê bikin. Lê bê hêvî nebin, xwendevanên delal. Hin tiþt hene ku
ne di dest mirovan û nemirovan da ne.. Qanûnên civakî hene ku kes nikare
wan ji ortê hilîne, yan biguhure. Dîrok gor van qanûnan dimeþe û kes nikare
li pêþ bisekine.
Ev sazûmana Tirkîyê êdî rizîyaye,
emrê xwe temam kirîye. Di vê dem û çaxa teze da, sazûmaneke usa kevnare,
usa neheq, usa zalim nikare zêde li ser pîyan bimîne. Pêla guhartinê li
derîyê wê jî dixe. Dibe ku wek dareke rizîyayî çend salê din jî li ser
pîyan bimîne; lê roj bi roj can jê bikiþe û rojekî, bi bayekî sivik jî
li erdê war be.
Ger em dixwazin ew rojkî berê hilweþe,
ger em dixwazin azadî û aþitî rojkî berê bê welatê me, divê em hêvîya xwe
winda nekin, ber xwe bidin, kar û xebata xwe bimeþînin.
"Partî girtin ji bo demokrasîyê
ye!"
Rojnama "Mîlllîyet" ji bo biryara
Mehkema Qanûna Esasî vê sernivîsê bi kar tîne: "Partî girtin ji bo demokrasîyê
ye!"
Wekî tê zanîn, Qanûna Esasî û Qanûna
Partîyên Sîyasî ya Tirkîyê bend û qeydên usa xirab li pêþ partîyan danîne
ku, heya nuha bi dehan partî bi destê Mehkema Qanûna Esasî hatin girtin.
Di vî warî da Tirkîye wek goristana partîyan e. Piranî partîyên çep û yê
ku bi destê Kurdan avabûne û li ser pirsa Kurd disekinin tên girtin. Lê
carina yên îslamî jî ber dikevin. Yek ji wan Partîya Refahê bû. Nuha jî
Partîya Fazîletê li pêþ mehkemê ye..
Lê êdî hukumet jî ji girtina ewqas
partîyan aciz bûye, dibîne ku partî girtin ne çare ye û serda jî bi girtina
wan serêþîyên teze çêdibin. Bona vê yekê, hukumet nuha dixwaze sînorê girtinê
piçek teng bike, qe nebe Fazîletê li der bihêle.. Bona vê yekê middetekî
berê di bendê 103 yê Qanûna Partîyên Sîyasî da hin guhartin çêkirin û girtina
partîyan piçek zehmettir bû. Lê ev guhartin bi êtiraza dozgerê giþtî çû
pêþ Mehkema Qanûna Esasî. Vê mehkemê jî çend roj berê biryareke ecêb da,
got: “Ev guhartin girtina partîyan zehmettir dike, bona vê yekê jî li Qanûna
Esasî nayê! Dema ji bo demokrasîyê xeter bin, divê partî bêne girtin!"
Baþ e, xeter çi ye, pîvana wê çi
ye? Ew jî ma ye ser kêfa dozger û dadger! Vê mehkemê çend partîyên çep
û yên ku Kurdan ava kiribûn (wek HEP, DEP, DDP û DKP) girtin, ji ber ku
behsa Kurdan kiribûn… Xuya ye li vî welatî behsa Kurdan jî xeter e ji bo
demokrasîyê!
Gelo, meriv behsa gul û bilbilan
bike, tu dibê ne xeter e?!.
Belê, ev jî Mehkema Qanûna Esasî
ye ku biryarên usa dide. De tu were li vî welatî behsa edaletê bike, behsa
heq û huqûqê bike!
Lê divê meriv þaþ nebe, li berîyeke
bê av û bê baran sincê keran dibe, ne dara çinarê.. Ev mehkeme jî gor dereca
vî welatî ye û gelek lê diþkê…
Xwedê ji te razîbe ÎMF!
Li Tirkîyê edalet tune. Çawa hebe?
Di botça dewletê da para edaletê sedî da yek jî nîne, lê para eskerîyê
sedî da 34 e!
Hatina Tirkîyê ji xwe ne tiþtek e,
lê ya heyî jî diçe eskerîyê, dibe tank û top, dibe keþtî û balafirên þer…
Xelk ji bona vê yekê feqîr e. Sedemê
bettalî û birçitîyê ev e.
Dema welat di warê aborî da dikeve
tengasîyê ji xelkê ra dibêjin “kemberên xwe piçek teng bikin!” Lê tenê
kembera feqîran tengtir dibe, ne yê dewlemendan. Beþ û salmeyên teze tim
li wan bar dibe.
Meeþê memûr û karkeran sal bi sal
kêm dibe, lê mesrefê eskerî qet kêm nabe, sal bi sal zêde dibe…
Memûr û karker carina bi kûçe û kolanan
dikevin, ji hukumetê gazinan dikin, lê qet nayê bîra wan ku bêjin: "Para
eskerîyê kêm bikin!.."
Yan bêjin: “Nanê me nekin qumbele
û fîþeng!”
Ev tiþt tucar nayê bîra wan.. Ne
dijî mîlîtarîzmê derdikevin, ne aþitî dixwazin. Lê heya ku eskerî pareke
ewqas mezin bigre, heya ku hatina gel di rîya þer da biçe, halê xebatkaran
usa be.
Esker vî pereyî çi dike? Dîsa dijî
gelê xwe, ji bo ser û bin kirina welat bi kar tîne. Van 15 salên dawî,
dewleta Tirk ji bo þerê dijî Kurdan ji 100 mîlyar dolarî zêdetir mesref
kir. Lê ev dewlet 5-6 mîlyar dolar dêne karkeran nade (ku bi zorê ji meeþê
wan hatibû birîn), dibêje pere tune.
Gor plan û projeyên heyî di çend
salê pêþîyê da ji bo kirîn û çêkirina sîlehên teze Tirkîye wê 150 mîlyar
dolar serf bike. Lê ji bo meeþê memûran zemeke gor enflasyonê nakin û dibêjin
pere tune!
Ev tiþt nayên bîra çepên Tirk jî.
Li vî welatî hêzên çep jî li himber leþker bêdeng e. Heya piranî pesna
qeremanîya leþker dide.
Beþekî mezin ji çepê Tirkan waxtekî
digotin: “Pêþengê þoreþê rewþenbîrên esker û sîvîl in!”
Gelek ji çepê Tirkan digotin: "Esker
û millet mil bi mil!"
Di nav çep û rewþenbîran da gelek
kesan bi salan hêvîya xwe bi cuntayan girêdan.. Hîn jî “rewþenbîrên” usa
hene ku xwe wek “komerperwer û laîq” dibînin..
Ew amîgoyê cuntayan in…
Belê, di vî welatî da heya îro ji
partî û rewþenbîr, ji xebatkar û sermîyandar, ji çep û rast, ne hat bîra
kesî, yan jî kesî cesaret ne kir û ne got: “Para eskerîyê piçek kêm bikin,
piçek kêm sîleh bikirin.”
Lê ev tiþt ÎMF’yê got. ÎMF, ango
“dijminê çepê Tirk, dijminê xebatkarên Tirk û dijminê rewþenbîrên cuntaperest!..”
ÎMF ji bo ku perê teze bide Tirkîyê,
þertên xwe yek bi yek bi rêz kir… Got: “Yan van tiþtan bikin, yan jî quriþekî
nadim!”
Hukumeta Tirk got: "Ser seran, ser
çavan!" Wekî din rê li ber tunebû...
Yek ji wan þertan jî kêmkirina mesrefa
eskerî ye. Tirkîyê, ji bo sala pêþîyê 500 mîlyon dolar ji botçeya eskerî
birî..
Eva belkî ne tiþtekî zêde ye, lê
dîsa cara pêþîn e tiþtekî usa dibe.
Ew jî di saya ÎMF da.
Spas ji te ra ÎMF! Tu ji xwe feqîr-fuqareyên
wek me tazî dikî. Lê qe nebe, di saya te da qûtê generalan jî piçek kêm
be!..
"Li Rojhilat nêçîra cudaxwazan.."
Ev sernivîs (li rojhilat nêçîra
cudaxwazan) jî me dîsa ji rojnameyeke Tirk girt. Gor xebera rojnamê, Sazîya
Ewlekarîya Mîllî (MGK) ferman daye hukumetê ku li Kurdistanê memûrên "cudaxwaz"
bên paqiþkirin.. Hukumetê jî, ji ber ku him stûyê xwe li ber MGK, ango
li ber esker xar e, him jî di dijminahîya Kurdan da di navbera esker û
sîvîlan da tu ferq tune, gotîye “ser seran, ser çavan” û dest bi kar kirîye.
Bi destê îstîhbarata Tirk di 26 vîlayetan
da (Semsur, Grîdax, Ertixan, Artvîn, Batman, Bayburt, Çevlîk, Bitlîs, Amed,
Xarpit, Erzingan, Erzurum, Enteb, Gumuþxane, Çolemêrg, Ýdûr, Kilîs, Qers,
Mêrdîn, Meletye, Mûþ, Dêrsim, Sêrt, Ruha, Þirnax ,Van) derheqa memûran
da (miellîm, toxtor, midûr, mihendîz û hwd…) rapor hatine hazirkirin.
Rojname dibêje, bona vê yekê, çend
roj berê di bin serokatîya Sazîya Plançêkir a Dewletê (DPT) civîneke dizî
çêbûye û memûrên bilind ji 8 wezaretan û pênc sazîyan tevli civînê bûne
ku gor raporên kevn ü teze memûrên cudaxwaz, þoreþger û þerîetperest tespît
bikin û ji kar bavêjin.. Wezaret û sazîyên ku tevli civînê bûne ev in:
Wezareta Hundur
Wezareta Malî
Wezareta Perwerdegarîyê
Wezareta Avadanîyê
Wezareta Xweþîyê
Wezareta Kiþt û Kal (Çandinî) û Gunditîyê
Wezareta Xebatê û Xizmetên Civakî
Wezareta Senayî û Bazirganîyê
Midûrîyeta Giþtî ya Xizmeta Gunditîyê
Midûrîyeta Giþtî ya Rêyên Bejî
Midûrîyeta Giþtî ya Dewletê ji bo
Karên Avê
Midûrîyeta Giþtî ya Banka Wîlayetan
Serokatîya Kadrên Dewletê
Dawîya vê civînê hîn ne xuyayî ye.
Lê êhtimal e di rojên pêþîyê da dest bi paqijkirina memûran bikin, gelekan
ji kar bavêjin. Ji xwe hukumetê ji bo vê yekê destûrek jî hazir kiribû.
Lê destûr ewqas bê qanûnî bû ku Serokkomar Sezer mor ne kir. Ger qira memûran
piçek dereng maye, herhal ji wê ye.
PKK þerê dijî Tirkîyê bi yek alî
sekinand, lê xuya ye, þerê dewleta Tirk ne sekinîye. Ev þer bi gelek alîyan
dajo û tê. Dewleta Tirk ne ku tenê operasyonên xwe hîn jî li çol û çîyan
û li bajaran bi rêva dibe, heya razî nabe ku Kurd û mirovên çep memûrîyê
û kerkerîyê jî bikin. Wan mehkûmî birçitîyê jî dike.
Gelo ev dewlet bi rastî ne faþîst
e? Ma çiyê wê jî dewletên faþîst kêmtir e?..
TV’ya
Kurdî û ji xiraban xirabtir!
Berpirsîyar û berdevikên dewleta
Tirk qiyaskirina xwe bi dewletên Rojhilata Navîn yên dinê gelek hez dikin
û dibêjin Tirkîye welatekî laîq û demokrat e.
Hûn vê yekê carê jî ji me Kurdan
û ji gelön dinê, ji mensûbên dîn û mezhebên dinê bipirsin!
Welatê me Kurdistan di nav çar dewletan
da (Tirkîye, Ýran Îraq û Surîye) parva bûye. Li hemû welatan jî Kurd ji
halê xwe ne razî ne, ji ber ku ne azad in, ev herçar dewlet jî heqê çarenûsî
ji Kurdan ra nasnakin. Lê di nav van dewletan da rewþa herî xirab ya Kurdên
Tirkîyê ye.
Li Îraqê navê Kurdan jî ya Kurdistanê
jî qedexe ne bûye. Ta ji 30-40 salî vir da li Bexdayê radyoya Kurdî heye.
Di têlevîzyona Bexdayê da jî beþa Kurdî heye. Li Kurdistana Îraqê mektebên
Kurdî ji zû va serbest in. Di zanîngeha Bexdayê da beþa zman û çanda Kurdî
heye. Kurdan û hukumeta Bexdayê bi salan þerê hev kirin, lê di dema þer
da jî ew radyo, têlevîzyon, mektep û enstîtû ne hatine girtin. Di qanûna
esasî ya Îraqê da hatîye nivîsandin ku “Îraq ji du milletan, ji Ereb û
Kurdan pêk tê.” Di sala 1970 da jî hukumeta Bexdayê otonomîya Kurdistanê
nas kir.
Di Ýranê da jî navê Kurd û Kurdistanê
tucar qedexe ne bûye. Kurdistan tim jî wek eyaletekî resmî ye û di xerîteyên
Ýranê da jî cî digre. Radyo bi Kurdî ji 30 salî vir da li Kîrmanþahê weþanê
dike. Hin kovarên Kurdî bi alîkarîya dewletê derdikevin. Þerê Kurdan û
hukumeta Tehranê jî bi salan e berdewam e, lê dîsa jî ev radyo û kovar
tucar ne hatine sekinandin, zmanê Kurdî, cilên Kurdî qedexe ne bûn.
Vê dawîyê jî li Ýranê nûnerên Kurdan
bi nasnama xwe ketine Parlamenê, heya di parlamenê da carina bi zmanê xwe
qise dikin. Têlevîzyona Ýranê jî dest bi weþana Kurdî kir. Hazirî heye
ku li Kîrmanþahê têlevîzyoneke Kurdî ava be. Ji bo xwendina Kurdî jî dewlet
êdî li hin cîyan destûrê dide.
Li Sûrîyê jî, herçiqas mektebên Kurdî,
radyo û têlevîzyona Kurdî tunin jî, navê Kurdan ne hatîye qedexekirin.
Kurd bi zmanê xwe kovaran derdixin û kitêban çap dikin. Wek Ýran û Îraqê,
li Sûrîyê jî Kurd cejna xwe Newrozê bi serbestî pîroz dikin.
Lê li Tirkîyê, ku nîvê Kurdan (20
mîlyon) lê dijî, rewþ çawa ye?
Li Tirkîyê, bila wek Îraqê otonomîya
resmî li wir bimîne, navê Kurd û Kurdistan qedexe ye, wek curmekî mezin
e ku bê gotin!
Li Tirkîyê radyo û têlevîzyona Kurdî
qedexe ye, wek curmeke mezin e ku bê xwastin!
Li Tirkîye mektebên Kurdî tunin û
wek curmeke mezin e ku bê daxwazkirin!
Li Tirkîyê kovar, rojname û kitêbên
Kurdî heya çend sal berê qedexe bûn. Kê bixwasta kovareke Kurdî derxe,
polêzê Tirk digot: "Emê serê we jêkin!…"
Ýro li Ýstembolê kitêbên Kurdî, kovar
û rojnamên hefteyî dertên, lê dîsa jî ew azadîyeke derewîn e. Ji ber ku
kitêb û tu bêje hemû hejmarên kovar û rojnameyan bi biryarên mehkeman û
bi destê polêzan têne komkirin, cezayên hepsî û pereyî li wan dibarînin,
nahêlin ku bigihîjin destê xwendevanan. Ji xwe ew weþan li Kurdistanê qedexe
ne. Ango dewlet wan difetisîne. Çawa ku firinek bikaribe nan derxe, lê
destûr tunebe ku bifroþe…
Heya du-sê sal berê cejna Newrozê
li Tirkîyê qedexe bû, dewletê cejn di nav xwînê da dihiþt. Nuha dibêjin
serbest e, lê ew jî ne rast e. Newrozê wek cejneke Tirk nîþan didin, dixwazin
bi reng û naverok vala bikin. Bi xwe, bi wezîr, walî û polêzên xwe pîroz
dikin û ji Kurdan ra dîsa qedexe ye!..
Gelo ev çawa demokrasî ye? Eva demokrasî
nîne, demostrasî ye…
Xuya ye ku li himber Kurdan Îraq,
Ýran deh qatî ji Tirkîyê baþtir in. Yan jî Tirkîye deh qatî ji wan xirabtir
e. Ango Tirkîye xirabtirê xiraban e.
Ger Sûrîye jî rê bide radyo û têlevîzyona
Kurdî û mektebên Kurdî veke, Tirkîye wek sosret di ortê da dimîne.
Helwesta Tirkîyê li himber gel, dîn
û mezhebên dinê jî ne cuda ye. Tirkîye xwe Laîq nîþan dide. Laîqî heqnasî
ye, tolerans e di warê dîn û mezheban da.
Lê li vî welatî Ermenî, Rûm, Suryanî
û Yezdî hatine qirkirin û hatine revandin…
Li vî welatî Elewîyan zulm dîtine,
ji tirsan bawerîya xwe veþartine û gelek caran jî hatine qirkirin…
Li vî welatî heya Sunnîyên Misilman
gelek caran teda dîtine. Dewletê ku kemalîzm kirîye wek dînekî teze, bi
navê "laîqîyê" bîr û bawerîyên resmî li ser gel ferz kirîye, heya têkilî
orf-adet û qiyafetê xelkê bûye, xelk bîlesewe êþandîye.
Li tu welatê Rojhilata Navîn, ne
li Îraq û Ýranê, ne li Sûrîyê, ne li Libnanê û welatên dinê, dijî ol û
mezhebên cuda zulm û neheqîyeke vê derecê ne hatîye dîtin. Ermenî, Suryanî,
Yezdî li Îraqê, Ýranê, Sûrîyê û Libnanê gelek azad in. Yêzdî li welatên
xaçparêz, wek Ermenîstan û Gurcistanê gelek azad in.
Rastî ev e. Û ev yek nîþan dide ku
demokrasîya Tirkîyê jî, laîqîya wê jî vir û derew e. Dewleta Tirk dewleta
herî despot e, ya herî zalim e li Rojhilata Navîn.
Roja Teze hat girtin
Rojnama hefteyî Roja Teze ku li
Ýstembolê bi Kurdî û Tirkî derdiket hat girtin. Di hejmara dawî da tê gotin
ku rojname ji ber cezayên hepsî û pereyî û ji ber astengên dinê êdî nikare
derkeve. Heya nuha 36 hejmarên wê bi biryara mehkemê dest danîne ser. Di
derheqa xwedî, berpirsîyar û nivîskaran da bi sedan dawe vekirine û gelek
ceza dane. Li Kurdistanê jî ji xwe bi biryara Walîyê Rewþa Taybetî bi temamî
hatîye qedexekirin.
Ev ne cara pêþîn e ku rojnameyeke
Kurdî bi destê mehkeme û polêzê Tirk tê girtin, yan ji ber teda û astengan
mecbûr dimîne xwe bigre. Lê bila xwendavanên wê xemgîn ne bin, cî vala
namîne; yên teze wê derkevin û ala berxwedanê hilgirin.
Em li jêrê cî didine nivîsa
Ferhad Can ku di hejmara dawî da ( ya 74) derket û li ser vê yekê ye:
Nuha xatirê
we..
Ferhad
CAN
Xwendevanên delal,
Em careke din bi xemgînî xatirê xwe
ji we dixwazin. Ji ber ku, tiþtê ku hate serê rojnamên berê (Azadî, Dengê
Azadî, Ronahî, Hêvî) hat serê Roja Teze jî. Ji ber zordestî û astengên
sazûmana zalim ew jî ji vê hejmarê pê ve tê girtin.
Ji we ra eyan e, sazûmana zalim berê
qet firsend ne dida kovar û rojnamyeke bi zmanê kurdî derkeve. Piçek jî
tê da Kurdî hebe, yan doz û daxwaza heqê Kurdan bike, hîn di destpêkê da
ew digirt. Operasyon çêdikir, xwedî, berpirsîyar û nivîskarên wê digirt
dibir, bi nîyeta avakirina dewleta Kurd mehkeme û ceza dikir!
Lê ev nêzî deh sal e ku dewleta Tirk
bi þiklekî resmî îznê dide ku bi naveke Kurdî û bi zmanê Kurdî kovar û
rojname derkevin. Lê rê li ber digre, nahêle ku belav be. Xwendevanan ditirsîne,
nahêle ku bê firotin û bê xwendin. Li xwedî, berpirsîyar û nivîskarên wê
cezayên hepsî û pereyî dibarîne, wan dike zindanê yan direvîne. Carina
jî dikuje... Ango dewleta Tirk van wesanan difetisîne. Ger bi wê jî nebû,
bi biryara mehkemê raste rast digre.
Ango îznê didine derketina kovar
û rojnamên Kurdî, lê nahêlin ku bijîn. çawa ku zarokê piçûk ne di yek carê
da, lê hêdî hêdî, bi sîle û toqat, tî û birçî bê kuþtin..
Serkar û rêvebirên dewleta Tirk him
usa dikin, him jî vedigerin xelkê bîyanî ra dibêjin: "Zmanê Kurdî serbest
e. Ka binêrin rojname, kovar û kitêbên Kurdî dertên û kasetên Kurdî serbest
in!.."
Ev zalim, serda jî henekê xwe bi
me Kurdan dikin, dibêjin kovar û rojnamên Kurdî serbest in, lê kes naxwîne,
bona wê têne girtin!..
Ev sîyaset ji ya berê ziraftir e
û zalimtir e...
Helbet, di nav Kurdan da yê ku dikarin
zmanê xwe di warê xwendin û nivîsandinê da bi kar bînin wek prosent kêm
in. Sebebê vê jî eyan e. Ev ne sûcê Kurdan e. Lê dewleta zalim pêþî lê
girtîye, rê nade ku Kurd xwendin û nivîsandina zmanê xwe hînbin. Mektebên
Kurdî tunin.
Wexta xwendina zmanekî qedexe be
xelk çawa hînî xwendin û nivîsandina wê bibe? Hela zmanê Tirkî bi vî þiklî
15-20 salî qedexe bikin, binêrin halê Tirkan çi dibe?.
Lê di van zaliman da merhemet û însaf
tune. Li tu derê dinyayê har û hovîyeke han ne hatîye dîtin.
Xwendevanên delal, li himber vê sazûmana
zordest û zalim û rewþa xirab çare çi ye? çare dîsa jî kar û xebat e, berxwedan
e.
Li himber çetinahîyan tucar dilsar
ne bin, bê hêvî ne bin!
Kurdan bi hezaran salan ber xwe dan
û heya îro hebûna xwe, zman û çanda xwe parastin. Rewþenbîrên Kurd, ji
sed salî zêdetir e di rewþên gelek zehmet da weþanan derdixin û zmanê kurdî
di warê xwendin û nivîsandinê da didin jîyandin.
Heval û hogiran jî di sala 1991 da
bi rojnama hefteyî Azadî dest pê kirin û heya îro bi camêrî berxwe dan
hatin.
Rewþa zman û çanda Kurdî îro ne wek
sed sal berê ye, heya ne wek 20-30 sal berê ye; gelek guhartin heye, gelek
pêþveçûn heye.
Ew meþ nasekine û divê nesekine.
Çireyek vemire jî yeke din, dehê
din wê pêkevin.. Cîyê çireyan wê fanos û luks bigrin...
Emê dibe ku piçek wêsa xwe bigrin
lê piþtî wê gavên mezintir bavêjin. Dilê xwe fireh bigrin. Di çarînê da
usa dihate gotin:
Binhêr, ji hev dizê tim, mirin û
jîyan
Hêvî aj dide li ser axa derd û kulan
Axa hiþk da dimrin dilopên pêþîn
Yê din diherikin, dibin ava çeman
Hûn jî ji van gavan ra xwe hazir
bikin, dilopên xwe tev li yê dinê bikin ku bibe ava co û çeman...
Xwendevanên delal, nuha xatirê Roja
Teze û ya we! Heya "roj"eke dinê...
QETLÎAMÊN LI GIRTÎXAN HATIN
PROTESTOKIRIN
Roja 23ê Kanûna pêþin li bajarê Kolnê
bi hezaran kes civîyan û li dijî kuþtina girtîyên sîyasî li girtixanên
Tirkîyê protesto kirin. Wekî tê zanîn di meha çûyî da bi dehan kesên ku
di grêva birçîtîyê da bûn hatibûn kuþtin û bi sedan jî hatibûn birîndarkirin.
Li dijî vê hovîtîya rejima Tirk li gelek deran meþ û mitingên protestokirinê
çêbûn. Li bajarê Kolnê ji meþ û mîtîngeke mezin ji alî Komîta Piþtgirîya
Girtîyên Sîyasî hate organîzekirin. Di vê meþ û mîtîngê da nêzîkî sê hezar
kes beþdar bûn ku ji wan bi qasî 300 terefdarên Partiya Sosyalist a Kurdistanê
(PSK) jî hebûn. Wan di bin alayên Kurdistanê û flama "Em Qetlîamên Girtîxanan
protesto dikin"meþîyan.
Li gor biryara Komita Amadekar, divîyabû
tu rêxistin yan jî partîyên sîyasî flama û sembolên xwe yê taybetî venekirina.
Û hemû alîyên beþdarbûyî li ser vê biryarê man û heta dawî bi awakî rêk
û pêk û bi dîsîplîn çalakîya xwe birin serî. Di wexta vê çalakîyê da polêsên
Alman tedbîrên mezin girtibûn. Beþdaran bi hevra ev sloganên han avêtin:
- Bê deng nemîne, wê rojekê dora
te jî bê!
- Na ji girtîxanên tîpa F ra!
- Azadî ji bo girtîyên sîyasî!
-Bimre koletî, bijî azadî!
- Bijî Azadîya Kurdistanê!
- Bimre faþîzm!Bijî biratîya gelan!
-Hoch die Internationale Solidaritet!
Di dema meþ û mîtîngê da belavokên
PSK û yên KOMKARê bi zimanê Almanî, Kurdî û Tirkî bi awkî fireh hatin belavkirin.
Herweha Rojnama Roja Teze, kovara DENG û Bultena PSKê ji dest hatin firotin.
Meþ û mitingê li meydana Ebertplatz destpêkir û li ber Dêra Dom gihîþte
dawîyê.
|