H. C. Andersen 2005
Lawikê netebitî
Hebû tunebû helbestvanek hebû, helbestvanekî
kal û camêrekî gelkî baþ. Êvarek ji êvara ew li mal bû, li derva xezeb
bû, xezeba xwedê; baraneke xurt dibarî, av wek lehî û sêlavê ji azmîn jor
da dihate xwarê, lê belê þayîrê kal di bingeha xwe ya germ û xwaþik da,
li ber sobê, rehet xwe re rûniþtî bû. Di sobê da agir diþixulî, sêv jî
dixumxumîn.
“Tayekî zaha çîye, ew jî li ser
canê wî belengazî namîne, yê ku niha li bin vê baranê da mabe”,- ev gilî
û peyam ji devê wî camêrî derketin, ji ber ku ew bi rastî jî helbestvanekî
pir dilnazik bû.
“ Axxx, derî di ber min vekin! Ez
dicemidim, ez þil bûme, ez bûme av û delav!”,- li derva zarokekî
dikir hewar û gazî. Ew digirya û li derî dixist. Vizînîya bê bû, þîrqeþîrqa
penceran bû û xuþexuþa baranê bû.
“ Tu çûko, tengezaro!”,- helbestvanê
kal got û çû derî vekir.
Di ber derî zarokek sekinî bû; ew
lap rût - tazî bû, av bû ji porên wî yên dirêj û zerîn va dadiwarîya. Ew
ji dest sermê diricifî; heger nehata sitarkirinê çîye, ewê sedî -
sed di bin vê hewa êþ û azar da bimira.
“ Tu, çûko, tengezaro!” þayîrê kal
got û destê wî girt. “ Were, were ba min, herweha ezê te germ bikim! Ji
ber ku tu zarokeke xweþkokî, ezê sêvekê û fîncanek þerav jî bikime te”.
Ew lawik rastî jî bedew bû. Herd
çavên wî wek cot stêrkên geþ diçirisîn, ava mircanî ya ku ji porê
wî da dadiwarya, pore wî yên zerîn dikir xelek, dikir kurîþkên xweþkok.
Te digo qey milyaketekî biçûk bû li wê meydanê sekinî bû, ji ber sirê û
seqemê qefilî bû, spîçolkî bibû û wek meya li nav avê dilerizî, diricifî.
Di destê wî da tîrkevanekî rindik bû, lê li ber baranê xerab bûyî; hewa
þilorekî bedewetya tirên rengîn betal kiribû.
Helbestvanê kal li ber tifikê rûniþt,
ew zarok hilgirt û danî li ser cokê xwe, porên wî guvaþt, av lê dapaland,
destê wî li nav destê xwe da germ kir, þerava þîrin keland û dayê. Hêdî
hêdî lawik xuva hat, herd hinarkên sûrtê wî sor û mormorkî bûn, wî çing
kir ser erdê û li dor helbestvanê kal reqisî.
“ Tu hema zareke laqirdçî yî, ha!”,-
kalê got. - “ Navê te çîye?”.
“ Ji min re Amor dibêjin !”,- ewî
bersiv de. -“Tu min nas nakî, çîye? Va, ev jî tîrkevana min e! Ez pê vê
tîrebaran dikim, ji min bawar bike! Bala xwe bidê, li derva heweke çi xwaþ
e; hîveron e, tavhîvk e!”.
“ Belê, tîrkevana te xerab bûye”,-
helbestvanê kal got.
“ Ev tiþtekî ne xweþ bû!”
lawikê biçûk got, tîrkevan hilgirt û lê mêze kir. “ A, ew gelekî
jî zaha ye, qet zîyaneke çûk jî negihîþtîyê! Tayê wê þidyaye sawkêþ e,
vê demê ezê wê yekê bicêribînim!”. Ewî tîr avîte li ser kevanê, çiqasî
qewata wî hebû tayê kevanê li ser xwe da kaþ kir, da ber nîþanê dilikê
helbestvanê kalî dilpak û tîrebarankir: “ Te girte xwe, tîrkevana
min qet jî xerab nebûye”,- ewî got, bû pîrqe - pîrqa wî, kenîya û
bayê bezê rêya xwe de lêda çû.
Tu lawiko, netebtîyo! Te çima vî
teherî, bi vî awayî helbestvanê kal tîrbarankir, ne ew camêr tu sitar kirî,
tu germ kirî, tu dayî li ber dilê xwe; bi te ra þa bûye, þerava xwe
ya wek tiberk da te, sêveke jibare ye wek sêva qudretî pêþkêþî nevsa cane
te kir.
Ew þayîrê qenc li ser erdê dirêj
ketibû û digirya, ew raste - rast ji dilê xwe da birîndar bû, û ewî wiha
got: “ Hey wax! Yekî çiqasî netebitî ye ev Amora! Ezê derheqa
wî de her zarokeke baþ re gilî bikim, ku xwe ji wî biparêzin, tevî wî nelîzin,
bo ewê netebitî ziyanê nede wana”.
Hemû zarokên baþ, kur be an keç,
kîjana re helbestvanê kal qala vî tiþtî ji wan ra kir, wan hêdî yeko yeko
xwe ji Amor yê neheq diparastin, lê tehlebext re, ça mabe, ew dikare qenca
bixapîne, ji ber ku ew yekî bi fen û fêl e! Wextê xwendevan ser dersa û
lêksyonan vedigerhin, ew li rex wana ye; pirtûkek binçenkê da, kirasekî
reþ lê. Ewan wîya qet nas nakin, û ew bi teherekî dikeve teniþta wan da
wan dide bahwarkirinê, dibê ez jî xwendevan im, paþê tîrekî berî qefesa
sîngê wan dide. Yan jî gava keç ji cem tirêqê û keþîþ vedigerin, an jî
ji dêrê derdikevin, ew hey li pey wana ye; “besa gur e, gur hazir e!” Belê
ew wek sîya benda hertim kêleka wana ye. Te hew dît, ew li ser taca
þemdanan rûniþt; ya arîkê têatroyê va dardakirî û þemal da. Milet dibê
belkî þemalke li wir, ser tac diþixule, lê paþê dereng texmîn dikin çi
- çîye. Ew li hewþ - heyata padþa, mîra da dide moza, tewlebezîya. Ew li
ser dîwarên kelaya re çilqas dike.
Erê, ewî carek ji caran li
nava keçika dilikê dê û bavê te da jî tîra xwe gut kir. Pirs - pirsyaran
ji dê û bavê xwe bike û tê pê herd guhê xwe bibihêy , ma ka ew qe
çi dibên, qe çi nabên. Belê, Amor gelekî netebitîye. Ya çêtir ew e ku karê
te li tevî wî tûnebe. Karê wî ew e ku pey cenawera bigere. Bide aqilê xwe,
carek ji caran ewî tîrek berî bedena dapîra xwe ya bi rû - gulî sipîkirî
da. Berîya gele salan ew yek qewimîye. Vir tê gotin ku tiþtê çûyî merî
pey nakeve. Lê na bi xêr, ew yek tiþtê bîrkirinê nîne û tu car ew yek ji
bîra dapîrkê dernayê.
Tifû Amorê netebitî! Belê,
tu idî wî nas dikî! Tu zanî, ku ew lawik çi to netebitîye.
Beybûn
De tu a niha guhdarke!
Derveyî gund, kîp li kêleka rê,
havîngehek hebû. Helbet, hebe - tinebe te xwexa ew dîtîye! Hewþa
kulîlkan, ya çûk û çepera rengkirî li pêþberî havîngehê da bûn. Li vir,
kîp rex çeperê da, newal hebû, newêl da, li nava gîhayê xweþik da, beybûnek
þîn bûbû. Tîrêjên tavê, bûbûn maþoqê kulîlkên hewþê yen bilind, qeþeng,
rengîn û wisa jî beybûn germ dikirin û bi wê þa dibûn, bo wê karê jî beybûn
bi gav û sehet mezin dibû.
Berbanga sibê bû, berbangek ji berbanga.
Beybûnê belgên xwe, yên çûk, çîl - qerqasî û biriqok, wek tîrêj li dor
dilkoka xwe, ya zerîne wek tava çûk, raxistî bû. Beybûn qet jî li ber xwe
nediket, ku li nava gîhê da kesek wê texmîn nake. Ewê xwe wek feqîreke
gune nedidît; na, hezar carî na. Ew þa û bewtewar bû, ew heyr - hijmekara
rojê bû, ewê xwe berbi tavê radikiþand, ewê guh dida li ser stranên
tîtika* ku di nav hewê de perwaz dida xwe.
Beybûna çûk wisa bextewar bû, giva
roja ew têda, rojeke here bihirî û ziyaretî ye, lê ew roj roja duþemê bû;
zarok giþt li dibistanê da bûn, zarok kerr û lal li ser kursîyê þagirta
rûniþtî bûn û ewana gele tiþt hîn dibûn. Beybûn jî li ser koka xwe rûniþtî
bû, û ew jî ji tava germ, ji tebîyeta der û dorê xwe gele tiþt hîn
dibû . Ah ev yek kerema Xwedê bû.
Di ber dilê beybûnê de dengê
tîtika çûk pir nazik û nazdar bû û baristanî dixuliqand. Beybûnê qedrê
tîtika bextewar, ya dikaribû strana bêje û bifire di nav erþê ezmana de,
pir zanibû. Ew qet jî di ber xwe nediket, ku ew xwexwe nikare bifire û
strana bêje.
“ Va ez dibînim û guhdar dibim,
ha!”.- Ew fikirî, “Tav bi min ra þa dibe, ba ramûsana pêþkêþî min dike.
Of xwaþ, xêr e di ser min de dibare!”.
Gelek kulîlkên qure û
kubar li nav çeperê da hebûn, bîn - bûxza wan ciqasî jî ne xweþ bû, dûbareyî
wê yekê ewana xwe çê dikirin. xaçdarik di ber piþka xwe re dicûn, xwe dipirpiþandin
ji bo wê karê ku ji gulê mezintir be, lê na xêr, ewê dikir - nedikir qet
jî ji gulê mezintir û muhîmtir nedibû. Reng nedigihîþt rengê lale
yê, wana ew yek baþ zanibûn, lê dîsa wana xwe req dikirin, bo bikevine
çava. Qet kitek ji wan kulîlka ew beybûna gence li kendêl da
texmîn nedikir. Lê belê beybûnê tim bala xwe dida wan û hizir dikir: “
Ka ewana çiqasî bedew û rengîn in! Lebê, ew tîtika nazik wê
bifire, wê bê dîtina wan! Þikir ji Xwedê re, bextê min lêxistîye
ku ez vir, nêzîkî van kulîlka me û ez dikarim dengê tîtikê bibihêm!”.
Hema wê demê, dema ku beybûn
li nava mitalam da bû, “wîtewît”a tîtikê li wê tesele bû. Tîtik firî û
hat. Lê ew ne ku berbi xaçdarikê, an jî laleyê çû, na xêr, ew meþya di
nav gîhê re û berbi beybûna feqîr çû. Beybûnê di dest vê bextewarîya han
hiþ û aqil winda kir, qet nizanbû çi bike.
Tîtik li dor wê direqisî û distra:
“ Ma ev gîha gelo çiqa pimpoxî ye !, were min û vê ecêbê binhêre, çi to
kulîlkeke çûk e li vir, çîçekeke xûnþîrin, dilkê wê zêrîn, libasê li ser
zîvîn!”.
Nîþana* qîçik ya li nava belgê beybûnê
da, belê wisa jî hebû ça ku tîtikê digot, wek zêrê zer bû û ew belgên çûk
yên çîl û qerqaþî di dor nîþanê de, wek zîv dibirîqîn.
Beybûna çûk haqa bextewar bû, qe
nayê gotinê!
Tîtikê pê nikulên xwe beybûn
maç dikir, bo xatirê beybûnê stran digot, herweha careke din, di nav ezmanê
þîn de, perwaz dida xwe. Piþtî wê yekê, heta kulîlk li ser hiþê xwe da
dihat, dûz çarêkek wext derbaz dibû.
Nîv þerm lê bi dil û can þa, beybûnê
bala xwe da kulîlkên li nav hewþê da. Lê çawa, ne ewana ev qedir
û xweþbextî dît, ya han ku para beybûnê ketî bû. Ewana gerekî fem bikin,
çi to eþq û þabûn para wê ketîye. Lê belê, lale dîsa wek berê qeþeng li
wir sekinî bûn, dêmê wan yên tûjikî û sor bûyî þedetîya berxweketina wan
dida. Xaçdarika sere xwe werimandibû, ne himîn bû, ne gimîn bû! Ya xêr
ew bû, ku ewana nikarbûn biaxivin, an na ewanayê dîwana beybûnê bikirina.
Beybûna feqîr texmîn kir, ku þeka kulîlkên li kêleka wê þikestî ye û bîna
wana teng bûye.
Wê demê, keçeke kêra mezin, tûj
û birqok li dêst da, qesta hewþê kir. Ew raste - rast berbi laleyan çû
û dest pê kir yeko - yeko wan bibire.
“Hey wax!” beybûna çûk kesereke
kûr rakiþand, “ ev çi þipûk bû, ewana mirin!”.
Keçik ji laleyan dûr ket,
Beybûn þa û bextewar bû ku ew kulîlkeke
feqîre, çûk e û li nav hêþnayê da ye. Ew di bextê xwe pir û pir razî bû.
Ça roj çû ava, beybûnê belgên xwe
civande ser hevdu û ew xew ra çû. Temamîya þevê tav û tîtika rindik,
ji ber serê beybûnê de dûr nediketin; di xewna wê da bûn.
Sibetirê, gava ku beybûna bextewar
careke din belgên xwe vekir û nola destê zaroka, belgê çîl - qerqaþî li
berbi erþan û berbi þemalê da kir, aha hingê ewê dengê tîtikê nas
kir, lê ew deng dengê zarînîyê bû, çi stran, çi xêr, çi þer! Belê, ew çivîka
belengaz, bêsebeb nedikir zarîn. Ew ketibû telikê, bibû girtî di hundirê
qefesa çûk a li ber pencera vekirî dardakirî de.
Strana tîtîkê derheqa fira serbest
da bû, bextewarya der - dor da bû, derheqa hebê þîn yên li nav zevyê da
bû; hebê nû þîrê xwe dayî da bû. Stran derheqa gera xweþ e li erþa da bû;
hingê bes bû ku ewî perrên xwe vekira, ew bilind difirya. Þeka tîtika çûk
û feqîr þikestî bû; ew di hêsîrîyê da bû.
Beybûna çûk bi dil û can dixast
piþtgirîya tîtikê bike. Lê çawa? Belê dîtina bersiva vê pirsê çetin bû.
Ewê ji bîr kir, ka der û dor giþt çiqasî bedew bû, tîrêjên tavê çiqasî
germ bû û belgên wê, yên çîl û qerqaþî çiqasî nazik bûn . Ax, qewata
wê nedigihîstê qet tu tiþtî jî bo tîtikê bike. Ew tik - tenê dikaribû,
seba xatirê tîtika hêsîr, ber xwe bikeve.
Wê demê du gede ketine hewþê, destê
yekê da kêreke tûj û terikî bû, wak kêra destê keça lale jêkir û bir. Herd
gede raste - rast berbi beybûna çûk çûn. Beybûnê qet fem nekir, ewana çi
dixazin.
”Vir, bo tîtikê, em çîmekî bedew
dikarin bibirin!”.- Yekî gote yê din û kêra destê xwe di axê de gut kir.
Çîmê cargoþeyî di dor beybûnê de hate birînê. Beybûn nava çîmda ma.
” Kulîlkê biqetîne!”,- gedê mayin
got. Beybûn pir tirsya, ji kerba ricifî. Heger ew ji koka wê qetandin,
çi... jîyana xwe ew winda dike, lê nû ew her wisa dixazt bijî, qe
nebêje; ne ew nihaka dikaribû li nav çar dîwaran da, lê li kêleka tîtika
girtî û feqîr bûya.
”Na, lê vegere!”,- gedê din got,-
”ha xemla torê hê bedew e!”. Vî teherî beybûn li telika bo çivîkê
hatibû danînê d rûniþta.
Tîtika feqîr bi dengekî bilind bo
serbestya windakirî gazinê xwe kir û ji kerban perrên xwe vî alî,
wî alî di þîþê qefesê yê hesinî xist. Beybûna çûk ji zar û ziman ketibû,
nikarbû gilîkî - peyamekî jî bêje ku dilê tîtikê yê qusyay bikire. Ewêya
bê hed - hesab dixast dilmînê bide di ber dilê tîtîkê. Vî teherî berbang
helîya, maþya û xilaz bû, çû.
”Vir av qet tune!”,- tîtika stûxar
got, ”Ewana lêdan çûn. Ewana ji bîr kir, dilopek av çîye, dilopek ava vexwarinê
dirêjî min bikin. Gewrya min zaha bûye. Agir û alav li gewrîya min ketîye,
gewrîya min diþewite. Agir û alav û sir û seqem bi hev ra ketine li nav
dil û hinavê min, va hewa jî pir giran e. Axxx, hebe - tinebe roja min
hatîye, ezê bimirim, ezê herim, ezê ji tava germ dûr kevin, ezê ji keskaya
hêþîn dûr kevim, ezê ji her dayîneke Xwedê, yên delal, dûr kevim!”, - û
wisa tengezar tîtikê nikulê xwe yê çûk kir di nava çîmê ter de, xast bi
vî teherî dilê agir pê ketî hênik bike.
Gava ku çavên wî çavê beybûnê
ket, ewî serê xwe beybûnê ra hejand, pê dindika ramûsan li ser ramûsanê
pêþkêþî beybûnê kir û gotê:
”Helbet tê jî li vira bîçilmisî,
bimirî, tu kulîlka çûk ya belengaz. Dewsa cihanê giþtî, ku dervayî vir,
ya min bû, tu û ev pirtî gîhayê þîn para min ketine. Her zileke gîhê, ya
here çûk, gerekî wek dareke hêþîn be bo min. Her belgekî te, yên çîl û
qerqaþî gerekî wek çîçekeke bînxaþ be bo min! Hey wex, hûn tik - tenê bîra
min dixin, gelo çiqas gelek tiþt min winda kirye?”
”Axxx, kesekî xwayê xêra tune dilmînê
bide li ber dilê wî!”,- beybûn fikirî. Hey lo, ewê nikarbû qet belgekî
xwe jî ji cî bihejîne. Ewê çi dikarbû bikira, xêncî wê yekê ku bîneke xweþike
cinetî pêþkêþ bike. Ew bîna qedîm ya ku ji nav belgên beybûnê yên nazik,
vê gavê rijya, lap ji bîna berê cudatir bû . Tîtikê ew yek texmîn kir û
nenihêrî wê tîbûna êþ û azar, ewê qet dindikek çî ye, dindikek jî di belgê
beybûnê nexist. Belê, ewî xwast þewata xwe, êþa xwe, azara xwe li tevî
zilê gîhê, yên þîn biqeliþîne, biçirpîne.
Êvar ketibû erdê. Ka hê tu kes ne
hat, ne jî dilope av anî. Va tîtikê perê xwe, yên bedew daxist, cendekê
reqbûyî pê da lerizî, ji sitrana tîtikê tik û tenê wîtewîta dilþewat mabû.
Serê tîtikê yê çûk li ser cendekê wî nesekinî, di ser beybûnê de xar bû.
Kerba bîr û bawarîya, ên windabûyî, dilikê wî teqya.
Ça berya wê êvarê, wisa jî nû beybûnê
nikarbû belgên xwe topî li ser hevdu bike û razê. Serê beybûna nexweþ û
dilþikestî di ser axê de daliqya.
Tenê sibehtirê gede hatin. Gava
ku wana dît tîtik hiþk bûye, despê kirin giryan, hûrik - hûrik hêsir barandin.
Ewana tirbeke baþ tîtikê ra kolandin û pê belgê çîçekan ew merzel
xemilandin. Ewana qutîke sor û delal tîtikê ra kirin tabût, cinazê
tîtikê li wir velezandin. Vê gavê ewana xast wek mîr, wek padþa ew
tîtika feqîr gorê þa bikin. Çaxê tîtik sax bû û stran digot, hingê ew nediket
bîra wan. Ewana hîþtin ku tîtika hêsîr, tenê û orta çar dîwaran da, li
tevî bîr û bawaryên xwe binale. Nû, hêja xwedêgiravî bo tîtikê xwe dikuþtin
û hêsirên xûnê di ser wê de dibarandin.
Lê çîm û beybûn, belê ewana girtin
û wêda avîtin. Beybûn avîtin di nav toz û xubara serê rêya gund. Xema wan
nînbû ew kesa ku giþka zeftir tîtik hiz dikir. Talaþa wan nînbû ew kesa
hogirê derd û kulê tîtikê bû. Nekete bîra tu kesî beybûna ku dixast derdê
tîtikê sivik bikira.
Ev yek erêhwelleh rast e!
“Ecêb çê bûye, ecêba giran!”,- mirîþkekê
got, mirîþka ku lap li qeraxê bajêr, yên din da dima, li ku ev yek qet
jî çê nebibû. “Ecêba giran çê bûye li qolîtka mirîþka da! Ez turiþ nakim
þev tenê rakevim! Çi baþ e ku li vir, ser tar, em gelek in!”, - vê mirîþkê
wisa got ku perrên mirîþkên din bûn þûjin û derzî, kumikê dîk jî þiqitî,
ket. Erê, erê, ev yek erêhwelleh rast e!
Ka em serî da dest pê bikin.
Destpêk ev bû. Li qeraxê bajêr,
yê din da, hebû - tunebû qolîtkeke mirîþkan hebû. Roj çûbû ava. Hemî mirîþk
li ser tar bûn. Mirîþkeke çîp kin, per sipî, hêker û bi her awayî mirîþkeke
li nav mirîþka da rêzdar, ew jî hingê li wir rûniþtî bû. Ev mirîþka han
pê dimê xwe, li xwe xurcilî. Û cî? Perrekî çûk ji wê weþîya.
“Ev jî ha çû!”,- mirîþkê got.- “Erê
lo, ne miþkule, ez çiqa gelekî xwe çê dikim, aha hê bêtir ez xweþkok dibim!”.
Belê, ewê xweþîyê xwe kir, çimkî
ew li nav mirîþka da xwedî xeysetekî sivik bû, ew mirîþkeke here devken
û beþerxweþ bû. Lê belê, ev xeysetê hanê ne miþkule bû, ça êdî pêþda hat
gotinê, ku qedirê wêya, rûmeta wêya di nav mirîþkan de pir giran be. Va
ew bi xew ra çû.
Qolîtkê da çar - çarnikal tarî û
tarîstan bû. Mirîþkek li nik mirîþka din rûniþtî bû. Ew mirîþka ku cînara
mirîþka xwedî xeysetê sivik û qedrê giran e here nêzîk bû, hiþyar bû. Ewê
mirîþkê bihîst û nebihîst gotinên cînara xwe. Belê, heger dixazî jîyaneke
rehet li vê cihanê da bikî, hewce ye ku xwe di ser guhekî de bavêjî, hesêvankî
te nebihîstîye çi ku te bihîstîye. Lê na, dildînê wê mirîþkê li ber hev
ne da û ewê pistande guhê cînara xwe, ya din:
“Te bihîst ewê çi got? Ez navê wê
nadin, mirîþkek heye ku lê - lê ye perrên xwe giþtî birûçkîne, çîye ku
xweþkok bê kivþê. Xwezî xêra Xwedê re ez dîk bûma, minê navê wê mirîþkê
heram bikira, minê hew zêde devê xwe bida li ber devê wê.
Hêlîna kund, hema di ser serên mirîþka
re bû. Ne kund dengan baþ dibihên; cisnê wan wisa ye. Kund, mêrê kund û
zarokên kund, her peyameke ku mîrîþka cînar gote mirîþka din, bihîstin.
Kunda çavên xwe reqisandin. Dayîka zarokên kund baskên xwe daweþand:
“ Hiþþ, zarokno guh nedine gilîya!
Ah, ne we ev yek bihîst! Va min jî pê van herd guhên xwe ev yek bihîst!
Peh, guhên min di min de ketin! Mirîþkek ji mirîþka haqa xwe ji bîr kirîye,
ku îzin daye xwe di pêþberî dîk rûnê û perrên xwe li ser canê xwe birûçikîne.
Qet þerm jî nekirîye lo û hîþtîye ku dîk wan sosretîyan di ber çavên xwe
bibîne".
“Hiþþ, fesal, zarok vir in!”, -bavê
kund got.- “Ber zara, gilîyê ha, ne hewcê gotinê ne!”
“Jina kundê ku derê me di derê hev
da ye, pir heyf e, ezê wê ra bêjim lo!”,- Û dayê firî, çû ba cinara xwe.
“Ûh, ûh! Ûhû, ûhû!”,- qirte
-virta herduka bû di ser serên hêlûna kevotkan de, hêlûna kevotkan hema
di binpîya wan da bû. “We bihîstîye! We bihîstîye! Ûhû, ûhû! Mirîþkekê,
sev xatirê dîk, xwe rûçikandîye! Ewê bicemide! Ewê sirrê bibe! Wê bimire,
heger hê nemirîye, ûhû”.
“Ka! Ku!”,- bû qibeqiba kevotkan.
“Hewþ - heyata cînara mine derê
me di derê hev da! Pê van herd çavên xwe lo, min dîtîye! Qet ne cayîz e
jî vê sosretîya han hildan û danîn. Lê çawa, erêhwelleh rast e!”.
“Me bawer kir! Her peyamek, erê
me bawer kir!”,- kevotkan got û bû qibeqiba wan di ser serên mirîþkên hewþ
- heyata xweyê xwe de:
“Qib, qib! Mirîþkekê, hinek dibên
duda, xwe rûçikandîye. We got - erê! Û bo çi? Bo wê yekê ku yên din bên
cudakirinê û bi vî awayî bikevine çavên dîk da, wî li ser xwe germ bikin.
Lîstika ba pê ketîye! Ne ewana wê xwe bidine cemidandinê! Wê tayê kevin,
germa wanê rabe û wê mirar bin, herin. Erê, herduk jî êdî hiþk bûne!
“Rabin! Rabin!",- dîk bang kir û
firî di ser darê çeperê danî. Ew xewixî bû, xewa wî çavên wî da mabû, lê
yek e, ewî bang dikir: “Sê mirîþk, bextê reþ re, bi dest evîna dila, hizkirina
dîkekê, herd lingê xwe cot kirine û mirine! Ewana hemîyan perrên li ser
xwe rûçikandibûn. Kirineke kirêt. Ez naxazim hiþ bim û xwe kerr kim. Bira
di nav dinê û alemê de ev yek bela be!”
“Bira bela be!”,- bû fîtînya miþkê
kor, bû qirteqirta mirîþkan, bû bangdayîna dîkan:
“Bira bela be! Bira her kes bizanibe!"
Û bi vî teherî, ev gilî û gotina
ji qolîtkekî derket û çû ket qolîtkeke din û axirîya axirîyê vegerîya û
hat kete wê qolîtkê ji ku ev yek derketibû.
“Pênc mirîþk”, -vir hate gotinê.
-“ Her pênca jî xwe rûçikandibûn ku bidine kivþê, ka ji wan kê giþtî zeftir
jar û zeîf bûye dest hub û hizkirina dîk. Paþê ewana hevdu dane ber nikulan,
xwîn li ser hevdu xistine û axirîyê da mirîtî ketine, bêþermî û bênamûsî
anîne rûyê malbetê û ziyaneke mezin dane xweyên xwe!”
Belê, mirîþka ku perrekî çûk ji
wê weþyayî bû, ne jî zanibiûye ku ev gilî û gotina derheqa wê da ye. Çimkî
ev mirîþk bi her alîyan va qedirgiran bu, ewê îzin da xwe bêje:
“Ez dixazim marê reþ bibînim, lê
wan nebînim! Telebext re pir gelek in yê vî cisnî! Qet jî gerekê em xwe
kerr nekin. Ezê hindava xwe da her tiþtî bikim ku ev serhatî kovarê da
bê neþirkirinê. Nav û dengê wan bêþerman bira herçar qulbê cihanê da bela
be. Ev mirîþka û cisnê wan hêjayî vê yekê ye”.
Û ev serhatî hat weþandin û ser
rûpêlên kovarê da hat çap kirin. Erêhwelleh rast e:
Perrekî çûk, helbet ne zehmet e
ku bibe pênc mirîþk!
Wergera ji danîmarkî
Ezîzê Isko Gerdenzerî
|