Kurds.dk>
Kurdi
Komkar
Maqale
Nûçe
Regahandina çapamenî
Pêkenok
Çand
Lêkolîn
Weþan
Çalekî
Arþiv
Link

Kurds.dk 
Kontakt

Lêgerîn
Site search
Web search
powered by FreeFind

 

| Dansk | English | Deutsch | Français | Kurdî | Türkçe | Farisî | Erebî |

Kurds.dk > kurdi

PSK                                               Partîya Sosyalîst a Kurdistan
Sosyalist Party of Kurdistan
E-mail: psk@kurdistan.nu                            www.kurdistan.nu

Xwiþk û birayên delal,

Va ye Newroza rengîn, remza berxwedan û tekoþîna ronahî li hember tarîyê, sembola serketîna xebata zahmetkeþan li dijî zordarîyê, mizgînîya azadî û jîyaneka nu dîsa hat. 

Gelî xwîþk û bira, 

Vê Newroza me geþtîr e, îsal dilê me þad e, hêvîya me jî xurttir... Ji ber ku serê Dehaqek ji 4 deheqan, hatîye pelçiqandin, Saddamê Kurdkuj û rejîma wî ya xwînxwar nema. Ne tenê rejîma xwînrija Baas nema, her usa armanca sedhezaran þehîd misoger bû, Kurdistana Baþurê rengîn, ji Zaxo heya Çîyayê Hemrîn kete destê Kurdan. Li ser banê Parlemana Kurdistan, li ser çîyayên me yên asê Alayê Rengîn bilind bûye. Buka Kurdistan, Kerkukê xweragir êdî reþ girênade, ji çavê Baba Gurgur ne xwîn, rondîka þayîyê têne xwarê. Vê Newrozê da befra Çîyayê Qendîl qerqaþtir e, Avaþîn kesktir, sosîn û kulîlkên deþta Silêmanî, ku hersal bi xwîna þehîdan þîn dibin, bîhnxweþtîr e. 

Lê mixabin li Kurdistana Bakûr, li perçeyên din a welatê me desthilatdarîya reþ û tarîyê, hukma zilm û zordarîyê, rejîma Dehaqên hevdem her berdewam e. Cehda dagîrkerên Kurdistanê bona asîmîlekirina gelê Kurd, bona hedimandina çand û kultura me, bona sitendina nasnama me ji destê me, hîn zêdetîr bûye. 

Vê Newrozê kulîlk û sosînên deþta Qamiþlo stuxwar in û hêvîya evê ne, ku wekî gul û sosina deþta Herîrî bîhnxweþ bîn. Çîyayê Munzur û Ararat xemgîn in û bendê ne, ku befra wan jî wekî befra Pîremegrun sipî bin. Feratê bi rik û kerboyî sêwî ye û hêvîya vê rojê ye, ku ava wî jî wekî ava çemê Sîrvan zelal û heþîn be.

Gelî welatparêzan, 
Gelî zahmetkeþên Kurdistan,

Werîn vê Newrozê bikine Newroza xebat û yekitîyê, daku dilê dostê me þad dilê neyarên me reþ bin!
Werîn sonda xwe dubare bikin, ku heya serketîna xebata azadîya Kurdistanê, bi dil û can têbikoþin!
Werîn em bona parastina destkevtîyên me li baþurê Kurdistanê, bona cihgirtirbûna Federasyonê destê xwe bidine hevdu!
Werin em mil bi mil xebat bikin, daku çîyayên me rûgeþ, çemên me heþîntir, mêrg û çimanê welatê me kesktir, gul û sosinê me bîhnxweþtir bin.
Werin em bona welatekî azad gelekî bextewar bi hevra kar û xebat bikin.

Hevwelatîyên hêja,

Hemû rojen we Newroz, Newroza we pîroz be.

19’ê Adarê sala 2004

Mesud Tek
Sekreterê Giþtî

© KURDS, 2000  |  e-mail/e-posta
KOMKAR, den kurdiske forening i DK.
Nansensgade 30, 1. th, 1366 København K - Danmark
telefon & fax  +45 33 13 75 01
»NÛJENKÝRÝNA DAVÎ
 18/03-2004 
» Nûçe Û maqale yê aktuel
 »