| HEVKARÎ-Pilatforma
Rêxistinên Kurdistan li Elmanya 17.03.03
BO
BÎR Û RAYA GÝÞTÎ
Xelkê dilsozê
Kurdistanê!
Xuþk û
birayên delal!
Di halekê da
ku tevgera gelê Kurd di qonaxeke gelek nazik û dijwar de derbaz dibe û
li seran serê cîhanê û devera rojhelatê da kêþa Kurd di rojêvê daye û dagirkerên
Kurdistanê kevtine nava tirs û xofeke mezin. Kurd li Kurdistanê bî xasma
li baþura Kurdistanê bi yêk dengî li hemberî gef û leþkerkêþya dewleta
Tirkîyê derkevtine holê û bi helwesteke camêrane nîþana dost û dijmina
didin û bo parastina Parlaman û Hukumeta Federala Baþura Kurdistanê û hemû
destkevtên netewa Kurd verijyane nava kolanên gund û bajêran li seran serê
cîhanê.
Di roja 15.03.03
li Bajêrê Berlînê bi hevdengî û bi hev ra cejina Newrozê ji alîyê Kurdan
ve tê pîroz kirin. HOYBÛN, HEVBENDÎ, KOMKAR, PYK-S, ASTA-TU xwastin cejina
Newrozê li gelê xwe pîroz bikin. Salon tejî bû ji gel. Lê belê komeke 40
kesî ku xwe Apoçi dane nasin bi dest dar û ber û kêr, þîskên asin daketine
nava salonê û di nava jin û zarokan da êrîþ kirine ser sahnê û hunermendê
Kurd Þivan Perwer. Ev kiryara wana bi duruþmên „Bijî serok apo“ saza hunermendê
kurd diþkênin û ala pîrozê Kurdan ji holê rakin. Le belê gelê me li hember
da “Bijî Kurdistan“ bersîv dan û þeva xwe bernedan û cejina xwe pîroz kirin.
Ji hizarê zêde xelk jî beþdar bû. Her ev kiryara wana di roja 16.03.03
li Parîsê wextê ku Kurd cejina Newrozê pîroz dikirin berbi êrîþa wan piravaktoran
dikevin û bersîva xwe ji gel digirin. Ev cejina Newrozê ku hizar û pêncsed
kesî zêdetir kes beþdar bûbûn jî bi hevdengîya PDK, PDK-Î, KKP, PSK, PYK-S
dihate pîroz kirin. Lê her ew kesana bi kom dest bi dar û asin û kêr êrîþî
dibene ser rêvebirên cejina Newrozê.
Di demekî
weha da ku kurda dengê xwe û rengê xwe û hêza xwe kirine yêk û li hemberê
dagirkerên Kurdistanê da destkevtên netewa Kurd diparêzin, li hev dû dibine
piþt û pena, dost û bira. Buyarên ajewegerî yê ji alîyê hinde komên ku
xwe binavê PKK-KADEK ê didine nasandin, dest pêdike. Bi komên çavsorî bi
dar û kêr û asin û zincîran êriþî ser cejina Newrozê dikin. Ev karê ne
karê Kurdan e bi xasma ku mesela Baþurê dil û kezêba dewleta dagirkerê
Tirkan þewitandiyê. Ew êrîþên têkderî û pirovakatorana, hevdeme li gel
pilan û bernamên dewleta Tirkîyê. Ev nexþe û fermanên têkderî û pirovaksiyonê
kî dike bila bike her di xizmeta dagirkerên Kurdistanê da ye. Çû xêr û
feyde nagihe kêþa pîroze Kurd.
Hita ku PKK-KADEK
dest bi cî helwêst li hemberê evê rureþyê negire û ewên ev kiryarên hov
û dijî Kurd kirînî wekû xayîn nede nîþandan, hita kû bi resmî û aþkirayî
neyête ragihandin, em evî karê kirêt wekû tawanekî li dijî doza Kurd û
Newroza pîroz ji alîyê PKK-KADEK ê ve hatî kirin dizanîn. Rastîya þêwirkarî
û hevdengîya di gel dewleta Tirk û girava Imralîyêda birêve diçe, wê bercestetir
û berçavtir bibe.
Em evê kiryarê
bi tundî mehkum dikin û dibêjin ev kiryare karekî xayînane ye û di xizmeta
dagirkerên Kurdistanê daye. Dibe her kurdekî dilsoz gelek bi hiþyarî li
hemberî evê leyîstikê da hiþyar û berpirsane herket bike û meydanê nedene
evan têkderan û pirovakatorana ku bi keyfa xwe bizav bikin. Werin em nexþên
dijimin bi hev ra pûç û betal bikin.
Bijî Yekitîya
Hêzên Kurdistan!
Bimre Þerê
Birakujî, Têkderî, Ajewagerî!
Bijî Newroz!
Bijî Kurdistan!
17.03.03
HEVKARÎ-Pilatforma
Rêxistinên Kurdistan li Elmanya
|