| Em Helebce
ji bîr nakin !
16 Adar 2003 dibe 15. saliya karesatê
qetliama Helebçe. 16 Adar 1988 ê ewrên reþ li ser Helepçe de derbas
bûn û hovîtïyek nedîtî dijberî mirovatîyê hate kirin. Rejîma xwînxwara
Iraqê êriþek bi çekên kîmyavî li ser bajarê Helepçe li Baþurê Kurdistanê
kir û wek gelek caran, disan xwîxwarî, nijadperestî, û hovîtîya xwe aþkera
kir. Rûyê xwe yê pis pêþberî hemû cîhanê kir.
Di encama vê êriþa nemirovane de,
ji zêdetir 5000 mirovên sivîl, jin, mêr, zarok, hatin kuþtin, 12.000 hezar
hatin birîndarkirin û her wesa ev birîndarene heta dawîya emrê xwe, dê
bibine giriftarê nexweþî û nerehetîyên tendurustî. Hawir û dûr hate jehridan,
dar û teraþ, gîya, heywan û bi kurtî hemû organizmên bi ruh ji vê êriþa
hov nesibe girtin. Heta îro jî gelê Helepçe derd û azara vê êriþê dikeþe.
Zarok bi seqetî têne dunyayê, gelek texlîtên nexweþîya penceþêrê wek bûye
qedera van mirovan û hawir û dûr mîna xwe nemaye.
Dîyare li gel karesatê Helebçe, ne
cara yekemîn bû ku rejîma xwînxwara Irqê çekên kîmyevî li gund û mezrayên
Kurdistanê dijî gelê kurd yê sivîl bi kar dianî. Her wesa di sala 1987
ê ji rejîma Saddam, li ber çavê hemî cîhanê gundên kurdan didane ber bombên
kimyevî. Lê wek tê zanîn cîhan, ker, kor û bêdeng ma. Hevalbendên Saddam
û þirîkên qetliama Helepçe îdame bi firoþtina çekên bîyolojîk û kimyevî
kirin.
Îro gelê kurd li Baþurê Kurdistanê
û teybeten gelê Helebçe bi þêweke azad û serbilind li welatê xwe dijîn.
Gelê kurd sazî û rêxistên xwe bi þêweyeke demokratîk damezrandîne û roj
bi roj van sazî û rêxistinan peþve dibin û têkuz dike. Lê ev pêþveçûnene
wek kelemekê ketîye çavê dijminên kurdan. Dijminên gele kurd dixwazin bi
hemû þîyan û mecalên xwe ve, van destkevtîyan ji nav bibin û gelê kurd
disan bêxine bin nîrê bindestîyê, bin qeyd û zincîrê. Bi gelek alîyan ve
gelê kurd dibin êriþeke dijwar de ye.
Bê þik her niha jî tehdîda
herî mezin, dîsan Saddam û rejîma wî ya xwînxware. Di encama þerekê de
ne, dûrî eqile ku rejîma Saddam dîsan çekên kimyevî û bîyolojîk dê dijî
gelê kurd bi karbîne.
Tehdîda duwem rejîma nijadperesta
Tirkîyê ye. Tirkiye nikare tehemula pêþveçûna rêberîyeke serbixwe û demokratik
bike. Bi gelek hecetên xîç û xav ve dixwaze Baþurê Kurdistanê dagîr bike
û van destkevtîyên netewî û demokratîk ji nav bibe
Îro erkê her kurdekî welatparêze
ku dengê xwe bilind bike. Leyîzên dijmin û dar û destên wan li ser Kurdistanê
puç bike. Çi xebat û bizav ji bo berjewendîyên kurdistanê biçûk neyê dîtin.
Gelê kurd pêwîstî hemû cure alîkarî heye.
Bi rêya xwenîþandan, panel, konferans
û civînan ve divê, em nerazîbûna xwe li ser êriþ û tehdîdên dijminan bînine
ziman û daxwaza piþtgirîyê ji gel, sazî, rêxistin, û hukumetên welatên
Ewrupa ku li wan welatên kurd lê dijîn bikîn.
Daxwazîya piþtevanîya wan ji bo:
· Parastin û piþtivanîya wan dijî
êriþ û tehdîdên rejîma Iraq û Tirkiyê
· Ji bo parastin û ragirtina pêvajoya
netewî û demokratîk li Baþurê Kurdistan
· Ji bo mafê çarenûsî rêvebirî li
Baþurê Kurdistan
· Ji bo alîkarîya hewcarên teknîkî
ku kurd bikarin xwe dijî çekên kimyevî û biyolojîk biparêzên
· Dadigehkirina Saddam û destbixînên
hevalbendên wî di dadigeheke navnetewî de.
· Ji bo ji nav birina çekên kimyevî
û biyolojîk roja 16 Adarê bibe rojeke navneteweyî
Platforma Kurdên Ewrupayê - PLATFORM
PNK Bakur - IKE (Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf) - DEMKURD
FKKS Box: 5013, 131 05 S-Nacka,
tel: 08-6446622, fax: 08-6502120,e-mail:info@kurdiskarf.org www.kurdiskarf.org
|