Ji raya
giþtî ra,
Himber
êrîþgerîya dewleta Tirk divê hemû Kurd Yekbin!
Kemal Burkay
Sekriterê
Giþtî
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
Bi bûyerên
dawî xuya dike ku li Rojhilata Navîn þer nêzîk dibe. Amêrîka û Îngîlîz
ji bo êrîþa ser Iraqê xwe hazir dikin, leþkerê xwe li mintiqê kom dikin.
Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat nekin, êhtimal e heya mehkî
þer dest pê bike.
Dewlet û hukumeta
Tirk jî, herçiqas di destpêkê da nîþan da ku dijî vî þerî ye û çareserîyeke
aþitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil bû. Nuha hazirî dike him rê
bide eskerê amêrîkê ji bo vekirina cepha bakûr, him jî bi xwe êrîþ bike
Kurdistana Baþûr dagre.
Derd û tirsa
dewleta Tirk Kurd in. Ew ji hukumet û parlamena Kurd ku ev 11 sal e li
Baþûr avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz e. Tirsa xwe ya
mezin, pêkhatina statûyeke baþtir e ji bo Kurdên baþûr piþtî þer, çi bi
þiklê serxwebûnê çi federalî. Dixwaze rê nede guhartineke han, heya di
vê firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.
Her usa jî
çavê Tirkan li nifta Mûsil û Kerkûkê ye.
Dewlet û hukumeta
Tirk, heya muxalefeta li parlamenê hemû bi hevra hazirîya êrîþekê dikin.
Leþkerê Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beþek ji zû va ketîye Kurdistana
Baþûr.
Eva xetereke
mezin e him ji bo Kurdistana Baþûr him jî bo hemû milletê Kurd.
Himber vê yekê
divê milletê Kurd, partî û serokên wî gelek hiþyar bin, dest bidin hev
pêþî li vê erîþgerîyê bigrin.
Divê himber
êrîþgerîya Dewleta Tirk helwesta Kurdên Baþûr yek be, ew rê nedin lîstik
û planên dijmin, erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.
Divê Kurdên
parçên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûr himber êrîþa dewleta Tirk bin, li
hundur welat û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma mîlîtarîst û
dagirker, har û hov rûreþ bikin, piþtgirîya Kurdên Baþûr bikin.
Li rojhilata
navîn bûyerên mezin diqewimin, kevir ji cîyê xwe dilivin û ewê tesîreke
mezin li ser qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê da divê hemû hêz
û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest bidin hev, mafên xwe û heqên
xwe biparêzin, bo vê yekê çi lazime bikin.
Kemal Burkay
Sekriterê
Giþtî
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
4 Sýbat,
2003
|