| Daxuyanîya
Platforma Kurdên Ewrûpayê 26-8-2002
Dilê me li baþûrê Kurdistanê
lê dixe!
Doza gelê me ya rewa îroj ketiye
qonaxeke pirî dijwar. Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina
pêþeroja me û nehiþtina destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin
û ji alîyê din ve jî îmkanên ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine
ortê, bi hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin
peyda bûye û ne jî firsendeke weha baþ ketiye destên kurdan.
Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên
li baþûrê welatê me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan
de bêtir bi cîh dibe, pêþeroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin
û pêþdebirina dozeke rewa îmkanên bêhempa pêþkêþ dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê
ya ku raya dinyayê ya giþtî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku
navê gelê me û hebûna wî telafûz bike- yên bi zora Ewrûpayê ve li
ser kaxezê çêbûne bi þik mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar
dike ku ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê
dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser
bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me kurdan hatiye avakirin, îroj
di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi
tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên herêmê
yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.
Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de
bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên baþûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê
rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya
êrîþkar di van demên dawîyê de baþûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta
baþûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî
êrîþ û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta birêvebirên dewleta
me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de dibe sedema xweþbînîyeke
mezin.
Ev helwêsta ku li ser bingehê
paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan
re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya
Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîþên Tirkîyeyê yên vê dawîyê û
herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîþa Emerîkayê
ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike.
Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî
tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di þexsîyeta
PDK-Iraqê de êrîþî kurdên Basûr û dewleta wan dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê
mîna bajarên tirkmenan nîþan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal
dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên
Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser baþûrê Kurdistanê bi tundî rûreþ
bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.
Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya
destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede
ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan.
Em bangî raya gelê Kurdistanê
ya giþtî dikin ku li dijî êrîþên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.
26-8-2002
Platforma Kurdên Ewrûpayê
PLATFORM
(Platforma Neteweyî ya Kurdistana
Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf, Koordînasyona
Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)
Navniþana Pêywendiyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax:
0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org
|