Ragihandina hêzên sîyasî yên
Kurdistan li Almanyayê
Seba xebata hevkarîyê
Hevwelatîyên hêja,
Her weku hûn jî xeberdarin, di çend
salên bihurî da, li welatê Almanyayê piranîya hêzên sîyasî yên ji her çar
parçên Kurdistanê, bi pêkve cejna neteweyî Newroz çêkirin.
Bi pêkve hevkarîya hêzên Kurd, bûye
cihe keyfxweþîya hevwelatîyên Kurd û hêvîya wan pir bi hêztir kirîye.
Ev kar û xebata hevdengê hêzên Kurd,
bûye sedemê ku, li ser kar û xebata hevbeþ pê girtir bibin, ji ber evê
ku xêr û bêra niþtimanî têda ye. Hevkarîyê bikin erkekî xwe yê niþtimanî,
di ser hemû berjewendîyên hizbatîyê da rabigirin.
Piþtî pîroz kirina cejna Newrozê,
me 19 hêzên sîyasî yên Kurd, di civîneke giþtî da, biryar da ku, li ser
ewê armanca ku pêþda jî me gotî, bi hev ra hevkarî kirin, li ser xêr û
berjewendîya gelê Kurd e.
Dibe eve jî bê gotin ku, xebat, wê
bi rewþeke demokratîk, li berçav girtina teybetmendîya her parçeyekî Kurdistanê
û bi ruhekî biratî û ji hev tê gîhiþtin, parastina berjewendîyên dirêjdemîyê
Kurdistanê bê kirin û gavan pêþda bavêjin.
Bo me hemûyan rohin û aþikiraye ku,
xebatê hevbeþê hêzên Kurdistan, li Almanyayê, ji alîyekêve, li hev nêzîkbûna
hêzan, yekitîya gelê me hêztir dike, ruha biratîyê di nava refên gel da
berfirehtir dike. Ji alîyekî dinêve jî, rêka pirdengî û pirrengîya sîyasî,
bi hevra jîyana çend partîyê diceribîne, ev yêke bo pêþerojê dibîte tecrubeyeke
binirx. Lema li ser me hemû alîyan lazime, bi berpirsarîyeteke mezin gavan
bavêjin, xwe di evê qadê da berpirs bizanin. Hemû hêz û xebata xwe ji bona
serkevtina evê armancê bidin.
Di vê derê da hewceye evê jî bêjin
ku, di xebata van salên bihurîda hemû hêz û partîyên bi hevra kar û xebat
kirinî, bi berpirsîyarî û dilsojîyekê berçav, pêwendîyên demokratîkî bi
hevra meþîyane. Lema serkevtî bûne, dibe em hemû evê xala hevbeþê serkevtî
peþvetir bibin.
Em ev hêzên sîyasî yên gelê me soz
û peyman didin ku, di evî alîyêve erkê niþtimanîya xwe bi rêve bibin, berxwedana
xwe, bi germ û gurî pêþda bibin, hûn hevwelatîyên hêja her weku caran piþtîvanîyê
xwe de mukurbin, hêz bidine me.
Bijî Kurdistan!
Bijî yekitîya hêzên sîyasî yên
Kurdistanê!
_______________________________________________
HEVKARÎ-Platforma Rexistinên
Kurdistan Li Almanyayê
(PDK-Iran, PDK, KTP, PRK-Rizgarî,
PSK, PADEK, RSDK, PIK, PDK-Bakur, PDPK-S, PYK-S,
PDK-S, PYDK-S ( Yekîtî ), PHGK-S,
PDK-S ( El Partî ), PÇK-S, PDK-S ( El Partî ), PÇK-S)
|