| DANEZAN
BER BI DANÎNA
KORDÎNASYONA DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA
Rêxistinên kurdî yên ku li welatên
Ewropa di warên cihê de dixebitin, piþtî civînên Stokholm û Wupertalê,
di 14 îlon 2001an li Parîsê, li Enstîtuya kurdi civiyan.Piþtî minaqeþeyên
fireh, beþdarên civîna Parîsê biryara danîna Kordînasyona demokratîk
a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser bingeh û prensîbên wê li
hev kirin.
Kordînasyon çi ye ?
Kordînasyon forumeke þêwr û hevkariya
rêxistinên demokratîkên kurdî yên Ewropa ye. Hemû rêxistinên kurdî
yên ku di warên entegrasyona Kurdên Ewropa bidestxistina mafên wan
ên ziman, çand û nasnameyê de û/an ji bo nasandina gelê kurd û pirsa
kurdî dixebitin û prensîben jêrîn qebûl dikin dikarin bibin endamên vê
Kordînasyonê. Her rêxistina endam serxwebûn û azadiya xwe û statuya xwe
diparêze.
Armanca sereke ya Kordînasyonê ew
e ku rêxistin û komeleyên endam bikaribin li ser pirsên ku entegrasyona
Kurdên welatekî (xwendina zimanê kurdî, nasîna nasnameya kurdî, amadekirina
hin kampanyayên ji bo berjewendiyên (menfeetên) giþtî yên Kurdên
wî welatî) an/û li ser pirsên giþtî yên tevahiya civaka kurdî ya
Ewropa bi hev biþêwirin, bi hevre hin çalakî û bernameyan amade bikin û
bi cîh binin.
Prensîbên Kordînasyonê
Komele û rêxistinên ku dixwazin
bibin endamên Kordînasyonê divê ku prensîbên jêrîn qebûl bikin
1° Kurdîstanîtî : divê ku her komeleya
endam ji Kurdên her aliyên Kurdistanê re vekirî be, ji bo nasîna
mafên çandî û nasnameya Kurdên Ewropa bixebite û bi awayên demokratîk
û aþtî mafê gelê kurd ê çarenûsê biparêze.
2° Demokrasî : divê ku her komeleya
endam di meþandina karên xwe de riayeta pirensîbên pluralîzma demokratîk,
bi taybetî ya azadiya fikr û baweriyên cihê qebûl bike, ji Kurdên
ji her baweriyê (sunnî, þiî, alewî, kakeyî, êzdî, Ehlê Heq, ateîst,
hwd) re vekirî be. Komeleyên ji bo serdestiya dîn an mezhebekî hatibin
danîn nikarin bikevin nav Kordînasyonê.
3° Wekheviya jin û mêran : divê ku
her komelaya endam di bername û çalakiyên xwe de wekheviya jin û
meran bide pêþ çav û ji bo pêþveçûna wê bixebite.
4° Entegrasyona Kurdên Ewropa di
çarçeweya riayeta qanûnên welatê ku tê de dijîn : divê ku her
komeleya endam bixebite ku Kurdên Ewropa bikaribin tevî nasnameya
xwe ya kurdî di civaka ewropî de bên qebûl kirin û di warên xwe yên
xwendin an xebatê de pêþve herin û xwe ji her awayî zor û þîddetê
dûr bixin.
5° Þefafiya malî : divê ku her komeleya
endam ji alî hatiniyên xwe yên malî û xercên xwe ve him ji bo endamên
xwe him ji bo meqam û raya giþtî ya welatê xwe vekirî û þefaf be,
alîkariyên ji kaniyên tarî qebûl meke. Bi taybetî, nabe ku ji tu
dewleta ku zordestiyê li parçeyek gelê kurd dike tu alîkariyê qebûl
bike.
Komela an rêxistina ku ji alî malî
ve bikeve bin gumanê rêz, îtibar û nifûza xwe winda dike û ziyanê dighîne
doza kurdî.
6° Nealîgiriya siyasî : divê ku komele
û rêxistinên demokratîk ên kurd li Ewropa ji bo entegrasyona Kurdên
Ewropa û piþtîvaniya doza kurdî dixebitin û dikarin di vê çarçeweya
fireh de Kurdên ji navçe û baweriyên cihê bicivînin. Alîgir bûna
hin partiyan an bi hin partiyên din re ketin polemîkên siyasî ne
karê koordinasyon e û dikare bibe sedemê perçebûn û bihevketina Kurdên
Ewropa.
Organên Kordînasyonê:
Ta ku rêxistinên demokratîk ên her
welatekî Kordînasyona xwe deynin, ewê Kordînasyona Ewropa bi du organan
bixebite.
1° Civîna gelemperî : salê carekê
dicive, her rêxistin an komele bi berpirsiyarekî xwe beþdarê vê civînê
dibe. Amanca civînê diyarkirina çalakî û bernameyên hevbeþ (muþterek)
ên ji bo seranserê Ewropa yê ye. Her komele dikare pêþniyarên xwe
yên hevkariyê pêþkêþ ke û rêxistinên ku di warên nêzîk de (entegrasyon,
mafên mirov, pirtûkxane, weþan, hwd.)
dixebitin dikarin bi awayekî serbest
li dor bernameyeke salane ya hevkariyê bi hev re bixebitin.
2° Sekretarya : Di destpêkê û heta
Civîna Gelemperî, ji 4 kesan pêk tê (berpirsiyarek Enstîtuya kurdî,
yekî Federasyona kurdî ya Swêdê, yekî Komkarê û yek jî ji Buroya
kurdî ya agahdariyê (Bruksel). Sekretarya, di navbera du civînên
gelemperî de, gava ku pêwistî hebe dicive ji bo þêwrê an bicîhanîna
çalakiyên hevbeþ.
Gava ku komele û rêxistinên kurdî
yên her welatî di nav Kordînasyonekê de bicivin ewê berpirsiyarekî
kordînasyona her welatekî bibe endamê sekretaryayê.
Ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne
dikare ji bo salekî serek û yek an du cîgirên serekê Kordînasyonê
helbijêre.
Dîsa ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne
Kordînasyon dikare bi îngilîzî û kurdî bultenek an/û websîteyek pêk
bîne.
Beþdarên
Civîna Parîsê ku li ser van biryarên gihîþtine hev :
Buroya Kurdi ya agahdariyê li
Belçîka,
Enstîtuya kurdî ya Parîsê,
Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê,
HÎNBÛN (Berlîn),
HOYBÛN,
Komela Kurdistan li Belçîka,
Yêkitiya Karkerên Kurdistan lý
Holland,
Komela Navnetewi ya ji bo
Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya), KOMKAR û Kurdish Advice Centre
(Brîtanya Mezin).
|