Kurds.dk>
Kurdi
Komkar
Maqale
Nûçe
Regahandina çapamenî
Pêkenok
Çand
Lêkolîn
Weþan
Çalekî
Arþiv
Link

Kurds.dk 
Kontakt

Lêgerîn
Site search
Web search
powered by FreeFind

 

| Dansk | English | Deutsch | Français | Kurdî | Türkçe | Farisî | Erebî |

Kurds.dk > kurdi

Þahîya roja Newrozê eve cara duyê ye ku, kurdên her çar parçên Kurdistanê li derve bi vêkra pîroz dikin

Bi hizaran kurdên pênaber ji her çar parçên Kurdistanê li 
bajêrê Wuppertal li Almanya yê bi pêkve çejna  neteweyî 
NEWROZ pîroz kirin. Di roja 31 Adarê kurdên penaber 
û durî welat ji her çar parçên Kurdistanê bi þahîya þeva
Newrozê þad bun, bê eve ku reng û dengê partîyekê û an 
jî kesatîyekê li serbe cejina Newrozê bi rengekî  neteweyî 
pîroz dikin. Her ev yêke ye ku dilê  hizaran kurdên miþextî 
xweþ dike û hêvî  û hêza xweragiryê dide dilsozên doza 
Kurdistanê.  Ev yêke pila berz buna hesta welatparêzî yê  
li hemberi berteskîya hizbatiyê di nava kurdanda dide nîþan
dan.

Komîta kargêre çejina Newrozê bi navê  17 partî û rêxistinên 
Kurd ji hemû parçên Kurdistanê rêveberya  evê þevê kir. Ew 
17 hêz û partîyên beþdar û rêveber biritî bun; PDK-IRAN,PRK-RIZGAR,PSK,PADEK,PîK,RSDK,îA,PDPKS,PYKS,
PYDS(YEKETî),PHGK-S,PSK-S,PDK-S(ELPARTî),PDKS,PÇK-S,
PDK-BAKUR,KTP(Hizbî Zehmetkêþanî Kurdistan) her wusa PDK û
YNK piþtgîrîya xwe li evê þevê  kirin.

Komîta hevbeþe þahîya Newrozê peyameke hevbeþ bo bir û raya giþtî û gelê Kurdistanê bi du zimanan; bi  Almanî ,bi Kurdi ( Soranî, Zazakî,Kurmanci) belavkir.

Destpêka þevê da nunerên hemu partî û rêxistinên beþdar li cejina Newrozê derkevtine berhîya hizaran kurdên dilsoz û destdanehev û bi yêkdengi û tevrengî, kêç û kurên Koma Dîyar surudê Neteweyî EY REQIB  xwandin.Civata beþdar ku qederê 5 hizar kesan dikir, bi dengeki bilind li jêr ala rengîn da li ser pîya surudê kurdperwerîyê xwandin û  yêketî û hev xebatîya hêzên kurd dilê wana germ û gur dikir. Piþtî wê, bêjerên þevê anîne ziman ku roja 31 Adarê li sedarê dana Serokkomarê Kurdistanê, Pêþewa QAZî MUHEMED û hevsengêrên wî nemirîye û ev roje ji roja Þehîdên Kurdistanê ye, her wusa îþaret ji dest çona nemiran Seyida TIREJ û KEK NURETTIN BASUT kirin û ji bona giþt þehîdên bizava rizgarîxwazîya Kurdistanê deqiqek bêdengî dane ragihandinê.

Di evê þevê da wênên her balkêþ, eve bu ku li ser perda mezine dîya yê da dihate niþandan,resmên serwerên Netewa kurd, Pêþewa QAZI, Þêx SEID, Seyid RIZA, Mistefa BARZANI, Dr.QASIMLO bun,ruha wana jîndar dibu û civata peþdar bi wan serwerana serbilind dibun. Kurd, hemû heval û endamên 17 hêzên kurd,  wekû yêk beden û bidil û can bi hevra xebat dikirin û evê yêkê dilê xelkê xweþtir dikir. Dîmenên wîlo hêvî bexþ, bo rewþa me îroyîye kurda, ku li jêr destê zulma dagîrkeranda welat hatîye parçe parçe kirin û ji hev bir bir kirine û li hev kirine neyra gelek biha giran û hewceye.

Loma 17 partî û hêzên kurd, peyamekî hevbeþ li ser evê çalakîyê belav kirin. Di peyama xwe da ev rewþe bi zelalî danîne berçavan û hewcedarîya kar û xebata bihevrayî û hevrêtîyê  di anine ziman. Di peyama hevbeþda, bi giþtî li ser rewþa Kurdistanê wuha dihate gotin:

“....Her ji ber evê berpirsatîyê ye kû em 17 hêzên Kurdistanî bi hevra di evê rojê da cejina Newrozê pîroz dikin. Ev pêngave û bizavên bi evî avayî, yêkitî û biratî ya nava refên gelême  bi dost û dijiminan dide nîþandan. Her ji ber evêye ku çu hêzek nikare birahiya pêþve çona  yêkitî û hevxebatîya me bigire.

Hevwelatîyên hêja!
Her çiqas iro roja þahî û govend girtinê ye, lêbelê bo me kurda di rojeke wekû  iroyî da, hewceye çavekî dur bîni û hizreke hur bînî, bi ser rewþa netewa  kurd  û xebata xwe da bînin û li berhev bidin. Her weku hun jî dizanin di þertên îroyî da piranîya gelên cîhanê bi bextewerî û serxwebuniyê da dijîn, hindek ji wana ku çend milyonekin,rêka çareserya bi hevra bi yêksanî  jîyanê afirandine, aþitî û bi biratî dijîn. Lê belê dagîrkerên Kurdistanê  her niha di evî qirnî da jî, sîyaseta  xwe ya zordarî û çewsandinê  li hemberê  gelê meda dide domandin. Her weku berê bi tundî bersîva her daxwazîyeke gelê  kurd diden û ji ewê sîyaseta xwe ya þovên paþgav nabin û bi hîç wec daxwazîyên gelême qebul naken......“

Di peyamê hevbeþda li ser rewþa bakura Kurdistanê ji wuha dihate gotin:
“....Her weku hun ji dizanin, desthelatdarên Turkî yê bi evê rewþa xwe ya þepirze ye aburî da,li hemberî her hêzeke mezinda serê xwe þordike û xulamî  ya wana jî dike,lê belê naxwaze daxwazîyên berheqe netewa me bi resmî binase, dest jî ewê siyaseta xwe ya dagîrkerî û hovî yê da bikêþe. Evê rejîmê di evan çend salên dumahîyê da gelek bizav kir ku, bi ewê  delîva  bo wana hilkevtî da, ji hinde alyî û hêzên  jikest xwariyên kurd, berhê wer bigirin,hita ku bi xiyala xwe bizava rizgarîxwazî ya gelêm pêlêxin û bê hevî bikin, bizavê di nava xwe da bifetisînin. Lê belê ev rejîme xwe dixapîne. Gelê kurd her weku her car wê nexþe û pilanên dagîrkeran û harîkarên wana jî aþkira biket....“

Gelek partî û kesatîyên navdarên biyanî û kurd bêþdarî þevê bun û pêyamên xwe yên  pirozbahîyê þandin. Ji ber evê ku gelek peyam hatibun û wext ji nebu bêne xwandin, navên wana hatine pêþkêþ kirin. Peyama hevrê birêz Kemal BURKAY, sekreterê giþtî yê Partîya  Sosyalîsta Kurdistan ji dinava peyamanda  bu.

Hunermendên bihagiran û dilovan, xebatkarên sitiran û folklora kurdî, þev xemilandin û civat bi coþ anîn. Þivan PERWER, Necmedîn XULAMI, ÞÊRÎN, Biha ÞEXO, Yilmaz ÇELÝK, Said GEBARI, GULISTAN, Roni CAN bi deng û avazên xweþe xwe û bi hunera kemanavanîya Kek Necmî û gurba muzikvana bi her sê zarên kurdî þev xweþtir û gel dil xweþ kirin. Komên govendê, Koma  DIYAR, AZADI û BIYAN xemla þevê bun. Þev 7 seata kêþa û komên govendê  hita dumahiya þevê ji di hola salonêda her digêra. Xort û qîzên kurd xemên dilên xwe direvandin.  Kurdên durî welat bi evina azadiya kurd û Kurdistan bi  dengê zelale  bihevra  surudê Neteweyî EY REQIB  xwandin û þeva xwe bi dumahî anîn. 
 

B.Befrîn
 

© KURDS, 2000  |  e-mail/e-posta
KOMKAR, den kurdiske forening i DK.
Nansensgade 30, 1. th, 1366 København K - Danmark
telefon & fax  +45 33 13 75 01
»NÛJENKÝRÝNA DAVÎ
 1/04-2002 
» Nûçe Û maqale yê aktuel
 »