Kurds.dk>
Kurdi
Komkar
Maqale
Nûçe
Regahandina çapamenî
Pêkenok
Çand
Lêkolîn
Weþan
Çalekî
Arþiv
Link

Kurds.dk 
Kontakt

Lêgerîn
Site search
Web search
powered by FreeFind

 

| Dansk | English | Deutsch | Français | Kurdî | Türkçe | Farisî | Erebî |

Kurds.dk > kurdi

Mesaja Serê salê
Kemal Burkay,
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan        31. 12. 2001

Gelê Kurdistanê yê Ezîz!
Xwîþk û birayên delal!

Hemû dinya û tevî wê jî Milletê Kurd saleke din bi þunda hiþt û saleke teze dest pê kir.

Sala 2001'ê jî yên wek berî xwe, ji bo xelkên dinyayê bi gelek pirs û probleman derbaz bû. Pirsên aborî û sîyasî, bettalî, birçitî, nexweþî, koç û þer... Pirsên dorber: Xelayî, lehî, þewat û hwd..

Di vê salê da bûyera herî mezin êrîþa ser Newyork û Waþîngtonê bû li Amêrîkê, di 11'ê Ýlonê da. Piþtî wê þerê Afganê destpêkir û þer û pevçûn li gelek cîyê din berdewam e. Xuya ye ev þer û pevçûn li ser rewþa hemû dinyayê û bi taybetî li ser Asya Baþûr û Rojhilata Navîn tesîreke mezin wê bike ku welatê me jî di nav da ye.

Em hêvî û daxwaz dikin ku statuko li heremê hilweþe, Sazûmanên kevneperest û zordest biruxin, sînorên neheq biguhurin û ji bo gelên bindest rîya azadî, demokratî û aþitîyê vebe; li van welatan jî guhartinek, ronansans û reformek dest pê bike.

Milletê me Kurd jî helbet sala çûyî ji van pirs û probleman para xwe girt, wek milletekî bindest, welatê xwe parçebûyî, ji heq û azadîyên netewî û çandî, ji mafên mirovî bêpar, di bin zulm zêrandineke mezin da. Berxwedana milletê me ji bo azadî û aþitîyê berdewam kir.

Li Baþûrê Kurdistanê, di herema azad da, aþitîya navbera partî û hêzên Kurd berdewam kir û ji bo qewîmkirina aþitîyê û avakirina welat gavên teze hatin avêtin. Em hêvî dikin ev gav berdewam bin, rojkî berê hilbijartin çêbe, yekitîya parlamen û hukumetê pêk bê û di warê demokratîyê da gavên teze û xurt bêne avêtin.

Li Kurdistana Bakûr, mixabin zor û zulma dewleta Tirk li ser milletê Kurd û li ser demokratên Tirk sala çûyî jî berdewam bû. Dewleta Tirk, tevî soz û wadên ku dabû Yekitîya Ewrûpa, dîsa ya xwe dike, di rêça kevn da dimeþe..

Lê ev ênad zirara xwe dide him Kurdan, him jî Tirkan. Millet rûyê aþitî û demokratîyê nabîne. Heyîyên welat diçin þer û silahan. Aborîya Tirkîyê di sala 2001'ê da derbên mezin xwarin, ket krîzeke kûr û ev welat nikare bi vê sîyaseta kevnare û hov derkeve firehîyê.

Yan guhartin, yan jî têkçûneke mezintir li pêþ Tirkîyê ye..

Dewleta Tirk îro jî, li cîyê ku heqê Kurdan nasbike, dixwaze bi fen û fûtan, bi destê girtîyê Ýmralî û sofîyên wî, Kurdan teslîm bigre, tevgera Kurd vemirîne.

Mixabin gelek kes vê lîstikê nabînin û têne xapandin.

Lê dewleta Tirk jî, xulam û dûvîkên wê jî bila baþ bizanibin ku ev lîstik û planên teze jî pûç in, bi ser nakevin. Kurd ne di xewê da ne û tevgera milletê me tucar venamire.

Platforma Netewî ya Kurdistana Bakûr (PNK-Bakûr, ku partîya me jî di nav da ye), Ýnsîyatîfên Kurd li Ewrûpa û komelên demokratîk li Ewrûpa, sala çûyî dest pê kirin, bi hevra kar û xebatên baþ kirin. 

Li welat jî xebateke baþ heye ji bo yekitîya hêzên welatparêz di nav partîyeke demokratîk û legal da. Em piþtgirîya vê kar û xebatê dikin û serketina vê dixwazin.

Ev hîn destpêk e. Em hêvî dikin ku di sala pêþîyê da ev muxalefeta Kurd cîyê xwe qewîm bike û kar û xebateke baþtir bike.

Tevî hemû pirs û problemên xwe jî, þik tune, dinya ber bi baþîyê diçe.

Di zemanê me da meþa dîrokê bi lez e û þik tune ji bo Kurdan jî rojên azadîyê û aþitîyê nêzik dibin.

Bi vê hêvîyê, sersala hemû Kurdên dilsoz û azadîxwaz pîroz dikim, di sala nu da ji bo wan serketin û bextewarîyê dixwazim.
 

Kemal Burkay,
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

31. 12. 2001
 

© KURDS, 2000  |  e-mail/e-posta
KOMKAR, den kurdiske forening i DK.
Nansensgade 30, 1. th, 1366 København K - Danmark
telefon & fax  +45 33 13 75 01
»NÛJENKÝRÝNA DAVÎ
 31/12-2001 
» Nûçe Û maqale yê aktuel
 »